Xwendekara Sernixumandî Ji Îdara Mektebê Te’de Dibîne
Hikûmet behsa heq û azadiyan dike, wezareta perwerdehiyê jî behsa heqê xwendin û hurriyetan dike. Lê belê di mekteban de zordestî û te’deyên li ser xwendekarên sernixumandî dewam dikin.
Hikûmet behsa heq û azadiyan dike, wezareta perwerdehiyê jî behsa heqê xwendin û hurriyetan dike. Lê belê di mekteban de zordestî û te’deyên li ser xwendekarên sernixumandî dewam dikin.
Li İntabê li mehela Şahînbeyê li mekteba navîn a Turktepê, xwendekara sernixumandî Sedanûr Ağsû, ji ber şarpa xwe ji îdara mektebê te’deyan dibîne. Îdara mektebê wekî gardiyanên hepsê, mîna tevgerînên Naziyê pê re me’mele dikin.
Hat îfade kirin Sedanûr hatiye tecrît kirin. Ji midûr heta qantînkarê mektebê heqaretê li wê dikin, îdara mektebê xeberdana bi telebên din re li wê yesax kiriye. Ev serê du hefte ye ku heta belavbûna ji mektebê di odeya rehbertiyê de tê sekinandin.
Sedanûra wendekara sinifa 8an wiha îfade kir “Roja ewilî midûr gazî min kir. Ji min xwest ku şarpa xwe ji serê xwe hilînim. Ji ber min qebûl nekir, min li xwarê di odekê de hepis kir. Nehişt ez bi telebên din re bipeyivim. Nahêlin ez derkevim teneffusê, dersê nadin min, qantîn li min yesax kirine.” (bangaheq)