Mesûd Barzanî Bi Çend Parlementerên Kurd Re Civiya
Serekê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di 30ê Îlonê de beşdarî kongreya çaran ya AKPê bûbû. Piştî kongreyê bi çend rayedar û îdarevanên hîkûmetê re civiyabû.
Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Enqerê de, bi çend Parlamenterên Kurd yên AKPê yên berê re civiya.
Parlementerê berê yê Erzirûmê Abdulîlah Firat, Cîgirê Serokê giştî yê AKPê ê berê Dengîr Mîr Mehemed Firat, Serokê berê yê Mezlûm Derê û Parlementerê AKPê yê Diyarbekirê Îhsan Arslan û parlementerê berê Abdurrehman Kurd tevlî vê civînê bûn. Civîn bi qasî saetekê dewam kir.
Di vê civîna han de rewşa doza Kurd ya li Tirkiyeyê û herwiha çawatiya çareser kirina pirsa Kurd ya li vê welatî bi rêyên dostane hatiye xeberdan û nirxandin.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, nêrînên xwe yên di vê derbarê de ji beşdarên civînê re beyan kir û îfade kir ku dixwaze mesele bê şer bêhal kirin. (bangaheq)