Li Efğanîstanê Teyarên Emrîka 15 Efğanî Qetil Kirin
Ev 11 sal e ku Emrîka Efğanîstanê îşgal kiriye û sivîlan dikuje.
Xeberan diyar kir ku teyarên Emrîka li Efğanîstanê li başûra eyaleta Qendeharê, 15 sivîl kuştine. Êrîş do sibehê li beldeya Şah Weliyê pêk hat. Li gor wezîfedarên îdara Qendeharê 15 mîlîtanên Talîban hatine qetilkirin feqet Talîban vê xeberê tesdîq nekir.
Ev di hukmê 24 saetan de cara duda ye ku teyarên Emrîka êrîşê rast dikin. Hefta borî di êrîşên wiha de 24 kes hatibûn kuştin. Emrîka îddîa dike ku hedefên wan mîlîtan in, feqet çavkaniyên mehellî diyar dikin ku gelekê qurbanan sivîl in.
Li rojavaya Efğanîstanê li paytext Farahê jî, bombayê ku di rê de hatibû bikeys kirin, teqiya. Bi teqînê bi kêmanî 2 zarok hatin kuştin, çend kesê din jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran xeddar e.
Li aliyê din millet û berpirsiyar bi gilî û gazinin ku pirrê qurbanan sivîl in û kuştina sivîlan jî roj bi roj zêde dibe.
Li gor xebera Press TVyê, di operasyonên Emrîka û Natoyê de, gelekê qurban û kuştiyan sivîl in, îşgala 11 salî tu aşîtî û ewlehî neaniye welêt.
Analîstê siyasî Fazil Ğanî Heqmal wiha diyar kir “Ev 11 sal e hêzên Emrîka li Efğanîstanê ne û di êrîşê wan de gelek însanên bêsûc hatine kuştin. Hebûna hêzên Emrîka tu aşîtî neaniye welêt.”
Li gor raporan, 20 hezar sivîl ji teref hêzên Emrîka ve hatine kuştin. Welatiyek Efğanî jî wiha diyar kir “Bi behane û hinceta terorîzmê li Efğanê dimînin, feqet derdê wan menfîeta wan e. Hizûr û îstîqrara me ne li ser guhê wan e. Em dixwazin kuştina sivîlan bisekine.” (bangaheq)