Fîlma Xebîs Hat Yesaxkirin
Li Qazakîstan û Rûsyayê Fîlma Heqaretwarî Hat Qedexe Kirin
Xeberan diyar kir ku li Qazakîstanê mehkemekê qirar da ku weşandin û belavkirin û tîcareta fîlma ku heqaret li Quran û pêxemberê me dikir hatiye yesax kirin.
Mehkema li eyaleta Astanayê vê qirarê da. Îdara mehkemê beyan kir ku fîlm teşwîkî kîn û nefret û dijminantiya dînan dike.
Berî niha mehkemeke li Moskovayê jî, ji ber eynî sebeban li seranserê welêt fîlm yesax û qedexe kiribû. Mehkemê gazî wezareta edaletê kir ku fîlmê têxe nav lîsteya materyalên şîddetê.
Li aliyê din serekwezîrê kevn yê Awûstralyayê Kevîn Rûdd, di konferansekê de li ber fîlma heqaretwarî tepkî nîşan da û wiha diyar kir “Min li fîlmê ne meyzandiye û ez naxwazim lê binhêrim. Lewra xebatekê ku qestî henekê xwe bi baweriyeke mezin bike, ne elyaqê destek û piştgiriyê ye.” (bangaheq)