Li Urdunê Xwepêşan
Li Ser Gaziya Îxwan, 50 Hezar Kes Li Ammanê Meşiyan.
Li Urdunê germahî zêde dibe. Bêrî niha du roj berê qral Ebdûllah, meclîsê fesix û betal kiribû. Qral bi vî awayî pêşya hilbijartinên bipêş vekiribû û xwestibû ku hilbijartin heta dawiya vê salê bê rastkirin.
Li ser rewşa welêt hereketa Îxwanul Muslîmîn li paytext Ammanê meşek li dar xist. Girseyek mezin tevlî fealiyetê bû. Zêdetirî 50 hezar kes di caddê Ammanê de meşiyan. Meş bi organîzasyona hereketa Îslamî hat li dar xistin. Îxwan dixwaze li welêt reformên aborî û siyasî bê kirin, sîstema hilbijartinê bê guhertin, selahiyetên qiral bên kêmkirin û sînor kirin.
Wekî tê zanîn Îxwanul Muslîmîn, ji ber ku sîstema hilbijartinê nayê guhertin tevlî hilbijartinê nabe û ev serê nêzî 20 meh e ku li welat mîtînga li dar dixe. Partiya Îxwan İniya hereketa Îslamî beşdarî hilbijartinan nabe. (bangaheq)