Çareseriya Bedi'uzzeman Bo Medreseyan
Bedî’uzzeman Se’îd Nûrsî ji bo pirsgirêka malî a medreseyan çareser bike li ser çar çavkaniyên malî sekinî ye.
Bedî’uzzeman Se’îd Nûrsî ji bo pirsgirêka malî a medreseyan çareser bike li ser çar çavkaniyên malî sekinî ye.
Li gor ku tê zanîn ji ber ku pere ji tu derî ji medreseya re nedihate û malekî wanê ku karibin me’îşeta xwe jî pêkbînin nînbû feqî derdiketin tayînan. Se’îdê Kurdî, vê yekê ji bo parastina ‘izzeta ‘ilmê ğelet didî.
Naxwe dê ev pirsgirêka malî çawa bihatina çareser kirin? Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî di vê derbarê de li ser çar çavkaniyên esasî disekinî. Çavkaniya yekem ku weqif bihatina serastkirin. Çavkaniya duyem jî ew bû ku malê zekatê bêne dayîn medreseyan. Lê belê divê medreseyên malê zekatê distînin bi xizmeta xwe nîşanbidin ku malê zekatê heq dikin. A Sêyem, Musulman dema xizmeta ku medrese ji Îslamê re dikin bibînin dê nezr û sedeqeyên xwe bidin medreseyan. A çarem jî, Dar-ul Mu’ellimîn e. Heger îdeala Medresetu-z Zehra pêkbihata di netîceya yekbûna Medresetu-z Zehra û Dar-ul Mu’ellimîn dê çavkaniyên malî yên Dar-ul Mu’ellimîn bihatina ji Medreseyan re. (bangaheq)