3500 Doz Li Aleyhê Tirkiyê Hatin Vekirin
Ji ber zêdedirêjiya dema mehkemekirinê, 3 hezar û 500 doz, li mehkema Ewrûpa ya heqên însana di aleyhê Tirkiyê de hatine vekirin.
Dewleta Tirkiye dixwaze ji bo van dozan, bi kesên gilîdar re li hev bike. Ji ber vê yekê jî dewlet, ji bo dozên ku wê di aleyhê Tirkiyê de binetîce bibin, dixwaze bi qederê dora 3-5 hezar awroyê, bi gilîdaran li hev bike da ku dev ji doza xwe berdin.
Mehkema Ewrûpa ya heqên însana, ji bo dozên ku mehkema wan bi ser 5 salî ketiye, bi dora 10 hezar Avroyê ceza li Tirkiyeyê dibire. Hikûmet ji bo ku vê cezayê bi hindikayî biqedîne dil dike ku bi gilîdaran bi qederê 3 û 5 hezar awroyê li hev bike da ku gilîdar dev ji doza xwe berdin. Komîsyona edaletê ya meclîsê, vê heftê li ser vê teklîfa qanûnê disekine. Ji bo van dozan sebebê xwestina dana tazmînatê ev e ku bi dawiya 2011an, bi temamî 15 hezar û 940 doz di aleyhê Tirkiyê de hatine vekirin. Heta dawiya vê salê, wê zêdetirî 3500 doz têkevin pozîsyona zêdedirêjiya dema mehkemekirinê. Hikûmet dixwaze bi dana tezmînatê bi hindikayî dewletê ji van dozan xelas bike. (www.bangaheq.net)