Ji qatilê Cafer Gîzlî re ceza
Di doza ku di derheqê qetilkirina Cafer Gîzlî de dihat dîtin de ji qatilê Gîzlî re 21 sal ceza hat dayîn.
Niştina doza Cafer Gîzliyê ku di bergeha qampên zivistanê de ji Diyarbekirê çûbû Silîfkeya Mêrsînê û li wir di qampê de ji teref komek alîgirên PKKê ve bi kêran hatibû qetilkirin hat dîtin. Di niştina dozê ya ku hat dîtin de ji qatilê Cafer Gîzlî re 21 sal ceza hat dayîn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Mehkemeya Cezaya Giran a Sîlîfkeyê di doza ku hat dîtin de ji Mehmet Dumanê ku wek qatilê Cafer Gîzlî dihat darizandin re ji ber sûcên kuştina bi zanebûn, bi hedefgirtin û bi plankirî cezaya hebsê ya girankirî da. Lê ji ber ku qatil ji 18 salî biçûktir bû cezaya wî daxiztin 21 salan.
Salîh Gîzliyê ku bavê Cafer Gîzlî bû piştî niştinê destnîşan kir cinayet weke ku bûyereke edliye hatiye nîşandan û di derheqê kesên ku îxmala wan di bûyerdê de hene de tu qerar nehatiye dayîn.
Wekê ku dê bê bîran Cafer Gîzlî di 31ê Çileya Paşîn a 2016an de li Silîfkeya Mêrsînê di qempa ku ji teref Midûrtiya Bajêr a Xizmetên Ciwanî û Werzişê ya Mêrsînê ve hatibû lidarxistin de ji teref komek alîgirên PKKê ve hatibû qetilkirin. (ÎLKHA)