Alîkarîya Yetîm-Dera Ewrûpayê li Somaliyê
Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye li Somaliya ku hişksalî û birçitî hakim e ji 2 hezar kesên feqîr û jar re alîkarî kir.
Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye li Somaliya ku hişksalî û birçitî hakim e xebatên xwe yên alîkariyê didomîne. Komele vêcar jî li Somaliyê ji 2 hezar kesên feqîr û jar re alîkarî kir.
Her weke ku tê zanîn Yetîm-Dera Ewrûpayê di van rojên borî de li gundên Ceelfarey û Çagaarana Somaliyê bîrên avê yên ku dê 2 heza rû 500 kes jê îstîfade bikin vekiribû. Komale li welêt alîkariyên xwe bênavber didomîne. Komele vêcar jî li Somaliyê ji 2 hezar kesên feqîr û jar re alîkariya erzaqê kir.
M. Nurullah Gunaydinê temsîlkarê Tirkiyê yê Yetîm-Dera Ewrûpayê ye di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de ji ÎLKHAyê re axivî. Gunaydin di axavtina ku kir de destnîşan kir tehlûkeya hişksalî û birçîtiyê ya li Somaliyê di raporên Neteweyên Yekbûyî de cî girtiye.
Gunaydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek Yetîm-Dera Ewrûpayê li welatên Afrîkayê alîkariya belavkirina erzaqê û vekirina bîran kirine. Nûrullah dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em di bergeha projeya vekirina bîrên avê de li Afrîkayê bîrên ku dê bi hezaran kes jê sûdê werbigrin vekir û em vê xebata xwe didomînin. Projeya me ya paketên erzaqan jî dê heta dawiya meha Remezanê berdewam bike. Di heyama ewil de li Baîdoya Somaliyê ji 2 hezar kesî re alîkariya erzaqê hat kirin.”
Gunaydin di dawiya axavtina xwe de bang li xêrxwazan kir û wiha li dawî li axavtina xwe anî: “Ev alîkariya ku em dikin ne bes e.Ji ber vê yekê em ji xêrxwazên xwe destek û alîkariyê teleb dikin.”(ÎLKHA)