Gormez: Ev rewşeke pirr xemgîn e
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez diyar kir ku tê gotin bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku tên lidarxistin li saziya bêyom tê malkirin. Ev rewşeke pirr xemgîn e.
Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez, li Entabê di bergeha ‘Heftiya Wîladeta Pîroz’ de axivî. Gormezê ku di derheqê Wîladeta Pîroz de axivî wiha destnîşan kir: “Malkirina wê xebata bixêr a li saziya bêyom me qeher dike.”
Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormezê ku di destpêka sempozyumê de axivî ji idîayên wek ‘Heftiya Wîladeta Pîroz’ projeyeke FETO ye re bertek nîşan da. Dûvre Gormez wiha destnîşan kir: “Me 80 sal li ser vê axê Wîladeta Pîroz bes bi ahengên 3-5 hafizan lidar nedixist? Wê çaxê hûn li kû derê bûn?”
“Malkirina wê xebata bixêr a li saziya bêyom me qeher dike”
Gormez, anî bibîranîn ku bernameyên Wîladeta Pîroz mijara yekemîn a danezana e-muxtiraya 17ê Nîsanê ye. Dûvre Gormez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wîladeta Pîroz, bû mijara yekemîn a danezana e-muxtiraya 17ê Nîsanê. Wîladeta Pîroz, di heman wextê de di nabeyna binasiyên asêkirina partiyên siyasî ya li îktîdarê de 3 rûpel îşqal kir. Vê xebata bixêr li saziya bêyom dikin mal. Ev yek me qeher dike.” (ÎLKHA)