Li Mêrdînê qeza: 4 mirî 14 birîndar
Li Mêrdînê du qamyonet li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.
Di qezaya ku li Midyada Mêrdînê pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Gundê Mikreya Midyada Mêrdînê du qamyonetên karkeran li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesên bi navê Aliye Acar (50), Sultane Aktekîn (41), Hatîce Acar (20) û keseke ku navê wê nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan û kesên bi navê Kevser (11), Şikriye (36), Yusuf (51), Gurbet (12), Emîne (72), Omer (12), Fatima (12), Esra (12), Selman, Şukran (20) û Şeyhmus Akpınar (11), Şukriye Aktekîn, Mustafa Yeşîlmen (12), Mehmet Akan jî birîndar bûn.(ÎLKHA)