Xelkê Îranê daket kolanan
Ji roja pênçşemê vir ve li Îranê ji teref hinek hêlan ve protesto tên li dar xistin. Li hember van protestoyan xelkê Îranê xwe berdan kolanan û protesto li dar xist.
Di 28ê Kanûnê de li bajarê Meşheda Îranê di serî de ji ber enflasyon û aborîyê gel çalakiyên protestoyan li dar xistibû. Piştî vê yekê di rojên din de protesto li gelek bajarên belav bûn. Tê gotin ku protesto ji teref Amerîka, Îngîltere, îsraîl û Siûdî ve tên fînanse kirin. Li hinek bajaran protestovanan êrîşî bankayên taybet kirin û wesaît şewitandin.
Di serî de çalakiyên protestoyan ji ber pirsgirêkên aboriyê hatibû destpêkirin û ew protesto bû wek protestoyên li dijî hikumetê. Di pevçûnên di navbera polês û protestovanan de 30 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Li hember van bûyeran do xelkê Îranê li gelek bajaran bi alayên Îranê û wêneyên Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney xwe berdan kolanan û wan jî piştgirî dan hikumetê.
Xelkê li bajarê Ahvaz, Abadan, Tahran, Gorgan, Îylam, Erak, Hurremabad, Kirmanşah û Bûşehrê xwe berdan kolanan û gotin: “Serokê me em amade ne!”, ‘Qehr bibe Amerîka’, ‘Qehr bibe Erebîstana Siûd’ û ‘Qehr bibe kesên fitnekar û munafik.”
Hate ragihandin ku armanca protestoyên tên kirin ‘Li dijî protestoyên li bajarên ku xwîn hatiye rijandin’ tê tertîpkirin.
Ayetullah Hamaney roja sêşemê axifîbû û gotibû kesên van protestoyan derdixin ‘Neyarê Îranê ne.’
Hamaney di axaftina xwe de wiha got: “Neyarên Îranê di rojên dawî de ji bo Cimhûriyeta Îslamê xera bikin pereyê neqdî, sîleh û îstîxbaratê didin protestovanan.”
Li gor beyanata ji sîteya fermî ya Serokomariyê hat dayîn li giştiyê welet protestoyên tên li darxistin bi piranî hatine qontrolkirin û wiha hat gotin: “Gelê Îranê dikarin li gor yasa û qanûnan xwe îfade bikin û protestoyan li dar bixin. Bêgûman ewlehiya gelê me ji bo me zaf girîng e ji ber vê yeke emê li hember çalakiyên ne qanûnî û şidetê bê deng nemînin”.
Fermandarê Mihafizên Înqilaba Îranê Muhammed Alî Caferî derbarê protestoyên di rojên dawî de tê kirin de daxuyaniyek da û got: “Protestoyên li dijî rêveberiyê tên kirin hatiye bi dawîkirin.” Caferî ji televîzyona fermî ya Îranê re peyivî û got: “Îro roj roja dawîbûna fîtnê ye.”
Caferî destnîşan kir ku çalakiyên di hefteya borî roja pênşemê hatin destpêkirin di roja înê de bûbû wek protestoyên li dijî hikumetê û ji roja înê pê de çalakî bûn wek navenda fîtneyan. Li hember vê yekê minafiqên li dijî devrîmê hatin binçavkirin.
Caferî ji bûyeran Amerîka, îsraîl û Siûdî berpirsîyar girt.
Serokê Amerîka Doland Trûmp li ser malpera xwe ya twîtterê gotibû : “Xelkê Îranê wê di wextê rast de ji Amerîka piştgiriyek mezin bibînin”. (ÎLKHA)