Polêsan Fransayê pîrekeke Misliman derb kirin
Li Fransayê pîrekeke Misliman a ku bi zorê vekirina rûyê xwe re bertek nîşan da ji teref polêsan ve hat razandin erdê û hat derbkirin.
Li Mîraîla Toulouseya Fransayê polêsan bi zext û zordarîyê xwestin rûyê pîrekek Misliman a nixûmandî bidin vekirin, ji ber vê yekê pîreka Misliman bertek nîşanî polêsan da. Polêsan pîreka Misliman a ku ji wan re bertek nîşan da razandin erdê û derb kirin.
Hat ragihandin bûyer di 15ê Nîsanê de roja yekşemê di dema kontrolkirina nasnameyê de pêk hat. Ji muameleya keyfî ya polêsan xortan bertek nîşanî wan dan û keviran êrîş birin li ser wan de. Ji ber berteka ku hat nîşandan polêsan pîreka Misliman kirin wesayîtekê û birin qereqolê.
Piştî ku dîmenên darbkirinê ya pîreka Misliman li medyaya civakî belav bû re bûyerên ku destpêkirin zêdetir bûn û di xwepêşanên ku li Toulousê berdewam dikin de bi dehan wesayît hatin şewitandin û 18 les hatin binçavkirin.
Tê diyarkirin di wan rojên borî de li girtîgeha Seyssesa li başûrê Touloussê xortekî Misliman ji teref gardîyanan ve hat qetilkirin û hat îddîakirin ku xort întîhar kiriye. Li gor agahîyan sedema derketina xwepêşanên ku destpêkirin ev bûyer e.(ÎLKHA)