Ana SayfaKurdî
2012-02-14 23:01
Şêx Evdirehmanê Garisî

Şêx Evdirehmanê Garisî

Rûpeleke veşartî ji dîroka Kurdistanê: Şoreşa Şêx Abdulrehmanê Garisî...
Paylaş | Facebook   | + Ο -
Yazdir

Şêx Evdirehmanê Garisî, ji devera Garisan xelkê gundê Xerxûrê ye. Sala 1926 an 27ê, digel hereketa Aqûb Axa yê Erohî wekû serkêşekî wê hereketê li herêma Botanê şerê Dewleta Tirk kiriye.

Şêx Evdirehmanê Garisî, ji devera Garisan xelkê gundê Xerxûrê ye. Sala 1926 an 27ê, digel hereketa Aqûb Axa yê Erohî wekû serkêşekî wê hereketê li herêma Botanê şerê Dewleta Tirk kiriye.

Hevalên ku Şêx Evdirehmanê Garisî re beşdarî di wî şerî da kirîne, ji serî ve Aqûb Axayê Erohî ye, Pîrezîn Axayê Garisî û Gurgîn Axayê Berwarî bûye. Di vî şerê azadiyê da piraniya Herêma Botanê ji dest Hikûmetê derêxistine û kontrol kirine. Ew şer çend heyv domandiye, lê belê Hikûmetê ew dorpêç kirine û di herêmê de asê mane.

Şêx Evdirehmanê Garisî harîkarî ji Mala Şekir Axayê Giravî xwestiye. Ew eşîrên herêmê heta eşîra Ertûşiyan jî, bi harîkariya wan rabûne. Li Geliyê Jîrkan derbeyên mezin li eskerên Tirkan dane, li wêrê du tabûrên wan ibade kirine û rê vekirine, bi rêka gundê Kêsteyê derbasê Kurdistana Îraqê bûne. Ew xelkê ku hatine, li Zaxo, Deşta Silêvanê, li Şingal, Mûsil û Duhokê berbelav bûne.

Di wê navê re leşkerên Tirkan, Pîrezîn Axa û kurê wî, Aqûb Axa û kurê wî (her wekî Seyîd Riza û kurê wî), Gurgîn Axa û gelek şervanên dî girtine, birine li ber çemê Ava Kezerê ew tev gulebaran kirine.

Şêx Evdirehmanê Garisî, çewa ku me seh kiriye, endamê Hereketa Xoybûnê bûye jî û nêzînkiya wî pir bi Malbata bedirxaniyar re jî hebûye, têkilî bi Şêx Ehmedê Berzanî re daniye û ji xwe berê têkiliya wî bi Mele Mistetefa Berzanî re hebûye

Lê belê piştî ku Şoreşa Şêx Evdirehmanê Garisî berbelav bûye, Şêx Evdirehmên her têkiliyên xwe yên siyasî berdewa kirine û her di wê demê da têkilî bi Îhsan Nûrî Paşa re jî daniye.

Sal 1994, ez çûme Qamîşloyê ba Mele Ehmedê Êrsî (li Erohê) û min ev agahdarî ji devê wî wergirtine. Mele Ehmed Êrsî jî, yek ji çekdarên Şêx Evdirehmanê Garisî bûye û weha gote min:
”Ez jî bi Şêx Evdirehmanê Garisî re bûm. Em çûn Kurdistana Îraqê. Pêşî em çûn ba Şêx Ehmed Berzanî. Şêx Evdirehmanê Garisî harîkarî jê xwest, da em Şorişa Agirî xurt bikin û herêma Botanê jî ji destên dewletê derxînin. Şêx Ehmed belê da Şêx Evdireman ku dê harîkarî bike. Piştre em derbasî herêma Soranê bûn û em çûn ba Malbata Şêx Mehmûd Berzencî, me harîkarî ji wan jî xwest.”

”Di vegerê da em hatin Hewlêrê, li wirê Reşît Axayê Turkman Şêx bi destê Ingilîzan da girtin. Ingilîzan Şêx birin Mûsil û 40 roj girtî hêlan. Wê demê mezinekî Ermen li Mûsilê hebûye, têkiliyên wî bi Ingilîzan re xweş bûne, wî Şêx Evdirehmanî da berdan.”

Li Zaxoyê ermeniyekî ji herdu çavan kor hebû, ez xelet nebim, navê wî Vartan bû, rojekê gote min: ”Du katibên Şêx Evdirehman ên Ermen hebûne, hertim pê re digeriyan.”

Hevalekî min Pêşmerge jî hebû, babê wî çekdarekî Şêx Evdirehman bûye. Wî ji devê babê xwe weha seh kiribû û gote min: ”Şêx Evirehman piştî ji Mûsilê hatiye, derbas bûye çûye Sûrî.”
Mele Ehmed Êrsî jî gote min: ”Dema ku êx Evdirehman hatiye Sûrî, têkelî bi Haco Axa û Nayîfê Paşê re daniye. Konsolosê Frensayê dîtiye. Li wêrê teybûra xwe kirine ku harîkarî bikin û bên şerê azadiyê bikin. Piştre Şêx çûye Bêrûdê û Mir Celadet Bedirxan dîtiye. Dema Şêx ziviriye, Mîr Celadet kopalek û xencerekê dane Şêx Evdirehmanî.”

Şêx Evdirehmanê Garisî dema ji Bêrûdê hatiye ku here herêma Botanê, li gundê Baneqesrê devera Dêrika Sûrî, li mala mamê min Mihê Êrkendî bûye mêvan. Mamê min jî weha gote min:
”Wextê Şêx Evdirehman hat mala me, diya min pir xizmeta wî dikir. Rojekê ha me dît zelamek hat ba Şêx û tifekekî qut di destan de bû, du rext fîşek jî li pişta wî bûn, navê wî Necmoyê Sêrtî bû. Şêx Evdirehman jî zelam kom dikirin da derbasî Bakûr bibit û dest bi şerê azadiyê biket.”

”Necmoyê Sêrtî heroj derdiket ser banan, amacane (nîşan) datanî û tifek bera didanê. Me giliyê wî li ba Şêx Evdirehmanî kir ku gundî gazind jê dikin. Şêx xwe li me aciz kir û got: Ev ne şuxlê hewe ye, Necmo xwe li min girtiye û hatiye.

”Wextê ku Şêx Evdirehman hazirî dikir ku derbasî Bakûr bibe, nexweşiyeke xwîndarî di nêv Eşîra Garisan da peyda bûbû û hatibûn pey wî da here selaheta wan biket.”

Lê her di wê demê da Mele Ehmedê Êrsî gote min: ”Nameyek ji Îhsan Nûrî Paşa bi riya Mîr Celadet Bedirxan ji Şêx Evdirehman re hatibû û gotibû: ´Divê hûn li herêma Botanê dest bi hereketekê bikin da şer li ser herêma Agirî sivik bibit.”

Şêx Evdirehman heman hereket dikit û diçit nêv Garisan, pêşî silaheta mirovên xwe kiriye û ew li hev anîne. Piştre tevî quweta pê re (Necmoyê Sêrtî jî pêre bûye) ji aliyê Herekolê ve çûne ketine nav tixûbê Wanê.

Şêx Evdirehman Garisî cewab hinartiye ba axayê gundekî, da bêjinê ku Şêx ew şev mêvanê wî ye.

Çend zelam li dora Şêx hebûne û parastina wî dikirin. Lê belê pirî ku Necmoyê Sêrtî ”dirusti”ya xwe bi Şêx daye nîşandan, baweriya Şêx pir pê hatiye. Şêx jî gotiye zelaman: ”Bila tenê Necmo li ba min bimîne bes e, hûn tev herin karê xwe bikin.”

Zelamên Şêx Evdirehmanê Garisî li herêmê belav bûne û çend kes jî çûne gund, Şêx û Necmoyê Sêrtî jî li devereka eyan mane. Nîvsaetekê şûnde îşaret dane Şêx da ew û Necmo jî herin wî gundî.

Şêx û Necmo daner ê û çûne ku herin gund. Şêx li pêşîya Necmo çûye, Necmo jî li pey Şêx bûye. Necmo gotiye Şêx:
- Şêxê min, tu extiyar î, tifeka xwe jî bide min, da em zû herim.

Şêxê ku baweriya wî bi Necmoyê Sêrtî pir hebû tifeka xwe daye Necmo, destevala daye pêşiyê û ber bi gundê Axê ve çûne. Necmo jî hema yekê nekiriye didu û ji paş va tifek bera Şêx Evdirehmanî daye. Bi hingavtina berikê re Şêx li Necmo ziviriye û destê xwe avêtiye wê xencera ku Mîr Celadet dîyarî dabûyê da li Necmo bixe. Lê belê Necmo tifeka duwê berdaye û li destê Şêx daye.


Necmo piştî ku Şêx Evdirehman kuştiye, serê wî jê kiriye û xistiye çeltikê xwe û çûye.

Gava zelamên Şêx Evdirehman dengê du tifekan seh dikin, pêre pêre dizivirin û diçin ba Şêx Evdirehmanî, lê belê Şêx nabînin. Di wê şevê de gopalê Şêx dîtine û li hawîdor geriyane, geriyane û kelaxê Şêx ê bêserî li keviya rê dîtine. Kêra Necmo jî li wêrê dîtine. Êdî fêm kirine ku Necmo Şêx Evdirehman kuştiye, serê wî jê kiriye û bi xwe re biriye.

Piştî lêkolînan, zanîne ku Necmoyê Sêrtî serê Şêx Evdirehman biriye qezake Wanê û teslîmê qeymeqam kiriye. Necmoyê Sêrtî ku mehkûmê dewletê bû, bi wê çalakiyê xwe daye efûkirin.

Mele Ehmed Yûsif xelkê Zivinga Botan e, wê herêmê rind dinase û cihê ku Şêx Evdirehman Garisî lê şehîd bûye jî, dizane.

Mele Osmanê Goyê gote min ku ”Şêx Evdirehmanê Garisî helbestvanekî bi navûdeng bûye.”

Mele Evdirrehmanê Xendekî gote min ku ”Şêx Evdirehmanê Garisî hatiye gundê me, bûye mêvanê babê min û gundiyan bi rêxistin kiriye.”

Şêx Evdirehmanê Garisî bi xwe, xwediyê medreseyekê jî bûye. Ji wê medreseyê re digotin Medreseya Garisan û gelek kes li wirê xwendine.

Li herêma Garisan niha jî, piraniya mirovên Şêx Evdirehman mela û xweneda ne.

Lê mixabin heta niha jî kesî li ser Şêx Evdirehman nenivîsiye û wî lehengê nijadî nedaye nasîn. Tenê kovara Hawarê hin nivîs bi tîpên erebî li serê nivîsîne û ew jî pir kurt bûne.

Diböjin ku li qontara çiyayê Arnosê, raserî gola Wanê kanîyek heye, li ber kanîyê abîdeyek û li teniştê jî mizgeftek, bi navê Şêx Evdurehmanê Garisî ye.


Min di kovara Hawarê de (Sal 1932, 10 teşrin sani di rûpela pêşî da) bi sernavê ”Şîn” helbesteka Mîr Celadet dîtiye kul i ser Şêx Evdirehmanê Garisî nivîsiye û li deverekê jî yeke Cegerxwîn dîtiye. Wekî din zêde li serê nehatiye nivîsandin.


Helbesta ku Mir Celadet li ser Şêx Evdirehmanê Garisî gotiye, ev e:

Kanî Derwêş, ka Herekol, ka Kepir?
Ka zozanên bavê-Têlî ka kê bir?

Dibêjin ko Burca-Belek hilweşî
Text û bextê botiyan de ka geşî?

Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû
Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû

Ka Westanî ka Qesara ka kanî
Kanîn zozan, cihên bilind kebanî

Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng
Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng

Basiret kû, meqşibendî, terîqet
Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet

Kanî Seqlan, Seqnefis kû Nêrgizî
Gul û rihan zeriyane, tev rizî

Ka Azîzan, şêx û seyda û axa
Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava

Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî
Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî

Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû
Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû

Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering
Ka salên me, bekirbegî, xweş devling

Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng
Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng

Kanîn çeper, betî li kû, ka celab
Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab

Bor-mirişkan tenik biye kete ba
Ez botî me diştexilim her bi pa

Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
Kepirê de ne kozik in, ne jî dar

Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im

Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr
Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr

Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng
Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng

Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî
Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî

Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan
Ko tê de mir, şahê mexrib, Mîr-Alan

Dotmîr li kû, ka mîr Şeref, mîr Ezin
Kanî bavê sitiya Zîn, mîr Zengin

Beg û axa kanî tovrind, kanî dot
Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot

Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr
Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr

Ne Buhar e, ne Havîna mîr Şeref
Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf

Ne dêmir in, ne şahînet, ne hevşîn
Kanî mîr Şem, kanî Tacîn û Gurgîn

Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer
Sadon li kû, ew serekê şevînger

Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî
Ka li kû man ew gernasên nedîtî

Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp
Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep

Pira Bafet belê ev e, kevane
Kevin bûne, ne tirîne, sorane

Ji delavê qitikan ve naye deng
Kew û kevok di şînê de ne man ceng

Şeylo bûne kaniyên me ka rejû
Maziyan de ne pel mane ne gezû

Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela
Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema

Şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul
Tu tişt nema, wemirîne deng û gul

Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan
Şûvî li ku, Welat-Kelhok û Goyan

Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrti
Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî

Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran
Hacibêra, kanî Şernex, Garisan

Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî
Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî

Ji garisan ne koçer in, ne dêman
Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan

Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran
Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan

Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî
Şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî

Ka şikefta mîr Miheme, ka perî
Kanî Dasnî, kanî keçên surperî

Kanî Şingar, ka xwalên me, yezîdî
Belav bûne, bê rêzik in bê serî

Dêra-Reben weke berê vala ye
Hejale jî diyar niye raza ye

Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj
Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj

Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh
Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh

Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen
Tarî her der, ne kulek in ne rojen

Di Tanzê de ne feqeh in ne mela
Medresa-sor xerabe ye ji nû va

Kela Ewrex her bi ba ye, kela kevn
Tê de îro pîrhevok in û çend tevn

Kanî Şêx im, Evdirehman garisî
Ew jî kuştin sorgula me çilmisî

Herê lawo tev de çûne nînin nin
Destê me de ne hesp mane ne jî zîn

Kurdistanê tu abadin, her heyî
Îro, sibe û hergav jbî dê hebî

MIR-CELALED-BEDIRXAN

(Sîpan Elî - rojevakurd)



Yorum Ekle
Bu habere yorum ekleyen ilk siz olun…
Kategoriye Ait Diğer Haberler
Haber1
Bingöl'de Zihinsel Engelliler Okulu Müjdesi
Kalkınma Bakanı Cevdet Yılmaz, Bingöl'de de Zihinsel Engelliler Okulu'nun yapılacağını söyledi.
Haber1
Lı Emrîka Dı Hepsekê De Îsyan Derket
Li gor xeberan hat beyan kirin ku li Emrîka, li eyaleta Mîssîssîppî, di hepsekê de, mehkûman îsyan kir. Di îsyanê de, ğerdiyanek hat kuştin û gelek mehkûm û ğerdiyan jî birîndar bûn.
Haber1
Li Ser Qetlîama Roboskî Niqaş Dewam Dikin
Wekî tê zanîn, li Roboskiya Qilebana Şirnexê, qetlîam hat kirin. Ne hikûmetê ne jî eskeriyê xeta û sûcê xwe qebûl nekir.
Haber1
Konvoyé Alîkarıya Ğezzê
Ji bo ku embargoya li Ğezzeyê bişkîne, konvoyek alîkariyê, ji Urdinê bi rê ket.
Haber1
Wehşeta 12 Îlone
Li gor xeberan, belgeyan eşkere kir ku di derbeya 12 Îlonê de, 171 kes bi îşkencê hatine kuştin
Haber1
Li Îranê Ajanê Mossadê Hat Daleqandin
Li Îranê, li zanyar û xwendekarên nukleerê, çend êrîş hatibû kirin. Di wan êrîşan de, hinek zanyar hatibûn qetil kirin. Di Çile de, Dr. Ehmed Rûşenî hatibû qetil kirin. Îran diyar kiribû ku di pey van êrîşan de, tiliya siyonîst Îsraîl û Emrîka heye.
Haber1
Ji Bo Mehkûmên Zewicî Gavek Nû
Wê di hepsan de ji bo mehkûmên zewicî, odeyên raxistî bên ava kirin.
Haber1
Xelyûn: Kurdistana Sûriyê Tune
Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS), Dr. Burhan Xelyûn, diyar kir ku li Sûriyê tiştek bi navê "Kurdistana Sûriyê tune û federalî wek çareserî ji bo pirsa kurdî li Sûriyê wek "wehim" bi nav kir.
Haber1
Newroz li Hewlêr û Silêmaniyê
Duh êvarî Newroza li parka Şaneder a Hewlêrê hat sazkirin. Di wê ahengê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û piraniya konsolxaneyên welatan amadebûn.
Haber1
'Konferansa Netewa Kurd pêwîstiyeke lezgîn e'
Serokê Komeleya Şoreşa Mezin a Eylûlê ya Herêma Kurdistanê Abdulwahit Dibegî, girîngiya “Konferansa Netewî ya Kurdistanê” ji ajansa DÎHA’yê re nirxand û got. “Hêvîdarim gelê kurd biryara xwe bikin yek û yekitiya xwe ya netewî di vê kongirê de ava bikin. Divê hemû dorhêlên civaka kurd bi hev re biaxi
Haber1
Serekê Hîzbûllahê Kurdistan Banga Yekîtiyê Kir
Li gor peyama hat weşandin, serekê Hîzbullahê Kurdistan Edîb Gumuş ji bona rakirina îfsadê gazîya yekîtî û hevkariyê li Musulmanan kir.
Haber1
Li Silêmaniyê Meşa Xwendekaran
Li Silêmaniye xwendekaran, ji bo hêzên emniyetê bi lomînin dîsa meşiyan, girtin ser fakultekî. Meşa xwendekaran di zanîngeha Silêmaniyê de di fakulteya ‘îlmên Beşerî di qismê medyayê de pêk hat. Ji bo hêzên emniyetê protesto bikin, girtin ser qismê hundir.
Haber1
Mensûbên Pkkê Yên Edenê: Êrîş Ne Me Kiriye
Kesên ji xwe re dibên “Ciwanên Kurdan Yên Edenê” beyanatek dan û gotin: “Tu ‘eleqa me bi êrîşa li hember Mustez’ef Komê ve tune ye.”
Haber1
Astronotê Misilman Behsa Nimêja Fezayê Kir
Bi daweta Tûrksatê Dr. Muzaffer şukur hate Tirkîyê û li Enqerê tevlî konferansa bi navê “11 roj li fezayê” bû.
Haber1
Ma Gelo Ataturk û Şêx Seîd Hev Dîtin?
Bi munasebeta 87. salvegera Serhildana Şêx Seîd (13ê Sibatê 1925), em bi neviyê Şêx Seîd Abdulillah Firat re li ser jiyana Şêx Seîd axivîn.
Haber1
Mehkeme Ji Bo Endamên Hîzbûllahê Ceza Barand
Mehkemeya cezayên giran ya Stenbolê ji bo 8 endamên Hîzbullahê cezayê hepsê muebbet û ji bo 16 endaman jî di navbera 6 û 12 salan de ceza da.
Haber1
Gundî Bi Zanebûn Hatine Bombebarankirin
Komîsyona Roboskê vîdeoyên heronê yên bombebaranê temaşe kirin
Haber1
Mêvané RÊNÎŞAN'e Ebdulîlah Firat e
Li gor hat zanîn Neviyê (torin) Şêx Se’îd, siyasetmedar û mebusê emekdar Ebdulîlah Firat îşev mêvanê bernameya RÊNÎŞAN e.
Haber1
Li Diyarbekir Kepenk Girtî ne
Bi sebeb salvegera girtina Ocalan yê serokê PKKê hat dîtin ku îro li Diyarbekir seranser kepenk girtî ne.
Haber1
Şêx Evdirehmanê Garisî
Rûpeleke veşartî ji dîroka Kurdistanê: Şoreşa Şêx Abdulrehmanê Garisî...
Gazete Son Dakika RSS Hava Durumu twitter facebook
GÜNÜN RESMİ
-Yorumsuz-
-Yorumsuz-
reklam
ANKET
Neden Mustazaf-Der Hakkında Kapatılma Kararı Verildi?
Anket
VİDEOLU HABERLER
Haber1
Kalkınma Varsa Adalet Nerede?
Hükümet ile memurun 21 gün süren zam pazarlığından sonuç çıkmayınca kamu çalışanları aldıkları kararla greve gittiler. Özgür Eğitim-Sen Diyarbakır Temsilciliği bir basın açıklaması yaparak, 3+3 zam teklifinin son derece ciddiyetten uzak olduğunu belirtti.
Haber1
Uludere Özür Dilenecek Bir Olay Değil!
HSH- İçişleri Bakanı İdris Naim Şahin, Uludere'de sınırı geçerken savaş uçaklarıyla vurularak katledilen ve kamuoyunda Uludere Katliamı olarak adlandırılan olayla ilgili tarihin kara sayfalarına yazılacak açıklamalarda bulundu.
Haber1
Arkadaşlarıyla İlk Defa Cuma Namazı Kıldı
Açlık grevi anlaşması sonucu tek kişilik hücreden koğuşa çıkarılan Muhammed Arman, ilk defa cuma namazı kıldı.
Haber1
Seyyid Nasrallah'tan İtidal Çağrısı
HSH- Lübnan İslami Direniş Hareketi Hizbullah Genel Sekreteri Seyyid Hasan Nasrallah, türbe ziyareti için gittikleri Suriye'nin Halep kentinde kaçırılan 12 Lübnanlı haberinin ülkede gerginliğe sebep olması üzerine, halka itidal çağrısında bulundu.
Haber1
Mustazaf-Der Şube Başkanı: Üstüme 30 Polis Çullandı!
Yaklaşık 30 polis tarafından darp edilen Mustazaf Der Osmaniye Şube Başkanı Abdulkadir Alakuş, yaşadığı olayı İLKHA'ya anlattı. Polisin terörist muamelesi yaparak kendilerine silah doğrulttuğunu, biber gazı sıkarak darp ettiğini ifade eden Alakuş, hem darp ettiklerini, hem de kendilerini temize çıkarmak için davacı olduklarını söyledi.
EN ÇOK OKUNANLAR
Haber Resim Yok
Seyyid Nasrallah'tan Büyük Vefa Örneği
HSH- Hizbullah Genel Sekreteri Seyyid Hasan Nasrallah'ın, şehid İmad Muğniye'nin şahadetinden birkaç ay sonra sivil kıyafetlerle şehidin mezarını ziyaret ettiği ortaya çıktı.
Haber Resim Yok
Hizbullah'tan Şehid Alimler İçin Başsağlığı
Hizbullah Genel Sekreteri Yardımcısı Şeyh Nuaym Kasım, Lübnan Müftüsü Muhammed Reşid Kabbani'yi arayarak, Nasrullah'ın Kuzey Lübnan'da şehid edilen iki alimle ilgili taziyelerini ilettiği öğrenildi.
Haber Resim Yok
Seyyid Nasrallah'tan İtidal Çağrısı
HSH- Lübnan İslami Direniş Hareketi Hizbullah Genel Sekreteri Seyyid Hasan Nasrallah, türbe ziyareti için gittikleri Suriye'nin Halep kentinde kaçırılan 12 Lübnanlı haberinin ülkede gerginliğe sebep olması üzerine, halka itidal çağrısında bulundu.
Haber Resim Yok
Türkiye Alman Müslüman'ı İade Edecek
Türkiye'nin, Alman Federal savcılığınca "terör örgütü" üyesi olmakla suçlanan Alman Müslüman Thomas U’yu önümüzdeki günlerde Almanya’ya iade edeceği bildirildi.
Haber Resim Yok
Arkadaşlarıyla İlk Defa Cuma Namazı Kıldı
Açlık grevi anlaşması sonucu tek kişilik hücreden koğuşa çıkarılan Muhammed Arman, ilk defa cuma namazı kıldı.
sag alt
Sitemiz Sadece İnternet Üzerinden Yayın Yapmaktadır. İzinsiz ve Kaynak Gösterilmeden Kullanılamaz.
hur-seda@hotmail.com   © 2008 - 2012   Tüm Hakları Saklıdır.