HUDA PARê zilma siyonîsta hat pêşandin
Ji teref Şaxê Ciwanan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve pêşangeheke fotgorafan a bi navê ‘Quds’ê hat vekirin.
Li Parka Saraçxaneya Stenbolê ji teref Şaxê Ciwanan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve pêşangeheke fotgorafan a bi navê ‘Quds’ê ya ku tê de zilm û tehdayiya ku siyonîstên terorîst li xelkê Filistînê dikin heye, hat vekirin.Serokê Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê Erdal Elîbuyuk, Serokê Şaxê Ciwanan a Stenbolê yê HUDA PARê Adem Aksu, Serokê Platforma Qudsa Azad Mehmet Eşîn û Berdevkê Platforma Malbatên Girtî û Şehîdan Recaî Yurdan beşdarî pêşangaha ku hat vekirin bûn.
“Heta ku Eqsa azad nebe, ummet azad nabe”
Di pêşangaha ku hat vekirin de Serokê Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê Erdal Elîbuyuk axavtinek kir. Elîbuyuk di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir îşxalkerên siyonîst li Rojhilata Navîn wek urekî ne û ev ur di serî de ji Mislimanan re û bi tevahî jî ji bo temamê dinyayê xetere ye. Elîbuyuk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zilma siyonîstan xelas nebû hêj berdewam dike. Rejîma îşxalê qismen Mescîda Eqsayê vekiriye. Lê têketina Mislimanên di bin 50 salî de asteng kir. Di van pêlên dawî de siyonîst zextên xwe yên li dijî Mescîda Eqsayê û Qudsê zêdetir dike. Heta ku Eqsa û Quds azad nebe, ummet azad nabe. Îşxalkerên siyonîst li Rojhilata Navîn wek urekî ne û ev ur di serî de ji Mislimanan re û bi tevahî jî ji bo temamê dinyayê xetere ye. Heta ku Quds û Mescîda Eqsa azad nebe divê micadeleya Mislimanan xelas nebe. Divê temamê Milsimanan gikraniya xwe bidin vê yekê û di vê oxirê de bixebitin.”(ÎLKHA)