NASA 140 hezar daneyan bi raya giştî re parve kir
NASA 140 hezar daneyên ku ji dîmen û fotografan pêk tê doh bi raya giştî re parve kir.
Weke ku tê zanîn NASA herî dawî di meha Adara sala 2017an de fotograf û vîdyoyên fezayê bi raya giştî re parve kiribû. NASA bi daxuyaniyeke nû ya ku belav kir destnîşan kir wan 140 hezar daneyên ku ji dîmen û fotografan pêk tê doh bi raya giştî re parve kir.
Sûretên ku ji teref NASAyê ve hatine parvekirin hîkmeta Îlahî nîşan didin û mirov li qudreta Xwedê heyirî dimîne.(ÎLKHA)