Balafira ûris li ser Behra Reş ket
Hat ragihandin ku Balafira Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ya ku tîpa wê TU-154 e û tê de 91 kes hebû, piştî ku ji Soçiyê rabû li ser Behra Reş ket.
Wezareta Parastina Rûsyayê lîsteya navê 92 kesên di balafira ûris da, ku tîpa wê Tu-154 e û li Behra Reş ket xwarê, eşkere kir.
Li gorî lîsteya ku wezaretê li ser malpera xwe ya fermî parve kir, di firokeyê da 8 jê murettebat 92 kes hebûn.
Di lîsteyê da navê 64 muzîkjenên Koroya Artêşa Sor a Aleksandrov ku girêdayî Wezareta Parastina Rûsyayê ye, 9 rojnameger, 8 leşker, nûnerekî saziyeke civaka sivîl û 2 rayedarên wezaretê hene.
Li herêma ku balafir lê ket xwarê, ji asîman û behrê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin. Gelek keştî û helîkopter beşdariya xebatên lêgerîn û xilaskirinê dikin.
Balafira ku cureya wê Tupolev Tu-154 e, ji Moskowayê bi firê ket, li Soçiyê sotemenî hilda û herwisa li gorî plansaziyê dê biçûya Sûriyê. Di balafirê da endamên koroyê yên ku dê li baregeha Himeymîmê ya ûris ya li Sûriyê konsera sala nû bidana, hebûn. Balafira ku cureya wê Tupolev Tu-154 e, piştî ku li Soçiyê bi firê ketibû, kurtedemek bişûnda li ser Behra Reş ketibû xwarê. (AA)