Ji Barzanî ji bo Şêx Mihemed peyam
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî, li ser wefata alim û şexsiyetê navdar li deverê Şêx Mihemed Şêx Silêman Şakelî peyama serxweşiyê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser wefata alim û şexsiyetê navdar ê Kurd Şêx Mihemed Şêx Silêman peyama sersaxiyê weşand.
Barzanî, di peyama xwe ya serxweşiyê de sersaxî ji nivîskarê navdar ê Kurd Ferhad Şakelî û birayê wî Emced Şakelî kir û got ku Xwedê merhûm bi rehmeta xwe şad bike.
Serokê Herêmê di peyama xwe de hestên xwe wiha anî ziman:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Birêz Ferhad Şakelî û Emced Şakelî, min xebera wefata bavê we yê birêz bihîst. Xebera wefata şexsiyetê navdar ê dînî û civakî li Kurdistanê ez xemgîn kirim."
Barzanî diyar kir ku Şêx Mihemed, wek dostekî wan yê dilsoz û xwedî helwest bû û di nav xelkê de her daîm xwedî rêz û teqdîrê bû.
Barzanî ragihand ku jidestdana wî xisareke mezin e û wiha berdewam kir: "Careke din sersaxiyê li we, malbata we ya birêz, dost û nasên we û hezkiriyên we dikim. Hemxemê we me. Ji Xwedê teala daxwaz dikim ku Şêx Mihemed bi rehmeta xwe şad bike. Herwiha aramî û sekînetê bide we hemûyan. Em ji Xwedê hatine emê dîsa lê vegerin." (AA)