Dîplomatê Rûs mirî hat dîtin
Karmendekî payebilind ê li Balyozxaneya Rûsyayê ya li Atînayê dixebitî, mirî hat dîtin.
Çapemeniya Yewnanistanê ragihand ku ji dîplomat Andreî Malanîn (55) ji roja duşemiyê vir ve tu agahî nehatiye hildan, li ser vê wezîfedarên balyozxaneyê lêkolîn daye destpêkirin û di encama lêkolînê de, li mala xwe ya di avahiya ser kolana Îrodû Attîkû de mirî hatıye dîtin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Atînayê ji bo tespîtkirina sedema mirina dîplomatê Rûs, lêkolîn da destpêkirin. (AA)