Di dozê da biryara taloqkirinê hat dayîn
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş bi îdiaya ku di sala 2011an da li Edeneyê di axaftina xwe da "propagandaya rêxistina terorê kir", tê darizandin û jê ra heta 5 salan cezayê hebsê tê xwestin. Di dozê da biryara taloqkirinê hat dayîn.
Li 2 yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê celse hat kirin û Demirtaş ji Girtîgeha F Tîpiyê ya Edirneyê bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî celseya mehkemê bû. Du parêzerên Demirtaş, Parlementera Edeneyê ya HDPê Meral Daniş Beştaş û hin partiyî jî çûn salona mehkemeyê.
Demirtaş di parastina xwe da sûcdarkirina xwe qebûl nekir û îdia kir ku wî di axaftina xwe ya 2011an da propagandaya "terorê" nekir.
Dozgerê komarê di mitaeleya xwe da got ku Demirtaş çalakiya xwe di çarçoveya benda 1emîn a berwext a qanûna bi 6352 hejmar da bi rêbaza "daxuyandina fikr û qinaetê" kiriye û xwest ku teqîbat were taloqkirin.
Piştî mitaeleya dozger, Demirtaş got ku ew wek mitaeleyê nafikire û beraeta xwe xwest.
Heyeta dadgehê daxwaza dozger di cî da dît û biryar da ku dê paşê biryara bisedem eşkere bike û herwiha lêpirsîna der heqê Demirtaş da bi paş da xist.
Heyeta dadgehê bona Demirtaş da bibîrxistin ku heger piştî biryara paşdexistinê heya 3 salan sûcekî neke, li gorî yasaya eleqedar tawanbarkirinê bikeve.
Der barê Hevserokê HDPyê Selahattîn Demirtaş da, ji ber axaftina wî ya di 15ê cotmeha 2011an a li kongreya Parêzgehê ya Edeneyê ya BDPyê bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kir", bi daxwaza heya 5 salan cezayê hebsê va doz hatibû vekirin. (AA)