Xelk sibe biçe ser sindoqan
Hilbijêr dê ji bo guherandina makezagona nû dê sibê biçin ser sindoqan û kesên ku dê biçin ser sindoqan miheqqeq divê belgeya fermî ya ku li ser nimreya welatiyê ya Komare Tirkiyê heye bi xwe re bibin.
Di referandûma ku dê sibe bê kirin de bi tevahî 55 milyon û 319 hezar û 222 hilbijêr dê li ser 167 hezar û 140 sindoqan rayên xwe bidin.
Welatiyên ku kaxizê wan a hilbijartinê negihîştiyê wan jî dê bikaribin rayên xwe bi kar bînin. Kesên bêkaxiz in lê qeyda wan di kutukê da heye bi nasnameyên xwe (nasname, pasaport, ehliyet, nasnameya zewacê) wê bikaribin dengên xwe bidin.
Li Semsûr, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Xarpêt, Erzîncan, Erzerom, Entebê, Gîresun, Gumuşxane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di navbera saet 07.00-16.00an da li bajarên din jî di navbera 08.00-17.00an da deng karibin bên dayîn.
Divê kesên hilbijêr di dema dengdayînê de haydar bin. Hilbijêr divê cihê sindoqên xwe hîn bibin û dema ku çûn ser sindoqan divê bi xwe re nasnameyên xwe (nasname, pasaport, ehliyet, nasnameya zewacê) bibin. Kesên ku vê yekê bikin dê karibin dengê xwe bi kar bînin.(ÎLKHA)