Li Parîsê pevçûn: 2 polês mirin
Di êrîşa çekdarî ya ku li Parîsê hat lidarxistin de 2 polês mirin û polêsek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Kolana Şanzelîeya Parîsa Fransayê pevçûna çekdarî derket. Di encama pevçûna ku derket de 2 polês mirin û yek jî birîndar bû. Her wiha hat hînbûn kesê êrîşkar jî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye.
Ji ber pevçûna ku derket Kolana Şanzelîeya hat girtin.(ÎLKHA)