STKyên li Bidlîsê ji Cem Kuçuk re bertek nîşan dan
Îdarevanên STKyên li Bidlîsê ji Cem Kuçukê ku di bernameyeke TVyê de heqaret li xaziyên Mavî Marmarayê kiribû re bertek nîşan dan.
Cem Kuçuk di bernameyeke TVyê ya ku beşdarî bû de gotibû ‘Di nava AK Partiyê de Îslamîstên radîkal, tîpên manyaq ên mîna Mavî Marmarayê, kesên ji serî heta binî dijminê îsraîl û Xerbê… kesên ji hemû tiştî re dijmin û tîpên xerîb û pîrek hene. Divê ev bên cudakirin. Biya min ji vê seatê pê ve dê Tayyîp Beg vê yekê bike.”
“Li pey Cem Kuçuk de îsraîl û hêzên emperyalîst hene”
Ji ber van gotinên ku hatine kirin Serokê BEST-DERê Emrullah Uysal bi şikleke eşkere li Mislimanan heqaretkirin îxanet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev îxanet bi lêborîn xwestine nayê telafîkirin. EM baş dizanin Cem Kuçuk kî ye û temamê Tirkiye jî dizane. Temamê Tirkiyê dizane ku ajanekî îsraîl e û li ser navê îsraîl li Tirkiyê dixebite. Ewrûpa, DYA û îsraîlê ku encamên referandûmê qebûl nakin van însanên wisa derdixin televîzyonan û peyamê didin hikûmet û Tirkiyê. Peyama hûn ê bi xelk, camî, nimêj û bi hîcabê re şer bikin didin hikûmet û dewletê. Ev gotin ji provakatoriyê hatin kirin û divê di derheqê vê yekê de lêpirsîna pêwîst bê vekirin.”
Serokê Şaxa Bidlîsê yê Dîyanet-Serê Behzat Durak jî bertek li gotinên Cem Kuçuk nîşan da û diyar kir ev heqerat li temamê dîndaran hatiye kirin û wiha got: “Birayên me yên ku di Mavî Marmarayê de bûn mesûliyeta xwe ya dîrokî bi cî anîne. Kêm aqilên mîna Cem Kuçuk vê yekê nikarin fêm bikin.”(ÎLKHA)