Ji Serokatiya Karên Diyanetê re Alî Erbaş hat tayînkirin
Prof. Dr. Alî Erbaşê Rektorê Zanîngeha Yalovayê ji Serokatiya Karên Diyanetê re hat tayînkirin.
Piştî ku Serokê Kevin ê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ji wezîfeya xwe teqawîd bû re, Prof. Dr. Alî Erbaşê Rektorê Zanîngeha Yalovayê ji Serokatiya Karên Diyanetê re hat tayînkirin.
Tê texmînkirin ew ê qerara tayînê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.
Weke ku tê zanîn piştî ku Gormez teqawîd bû re Serokê Lijneya Bilind a Kerên Dîn Ekrem Keleş ji Serokatiya Karên Diyanetê re wekalet kiribû.(ÎLKHA)