Ji Îsraîlê li ser sînorê Xezeyê tetbîqat
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li ser sînorê Xezeyê dest bi tetbîqateke berfireh a leşkerî kir.
Di nûçeyên çapemeniya Îsraîlê yên li ser zarê berpirsên artêşê da hat destnîşankirin ku îro li ser sînorê Xezeyê tetbîqat hat destpêkirin û armanca wê jî ew e ku bê ka leşker li hemberî hişyariyan amade ne an na.
Hat destnîşankirin ku tetbîqata berfireh wê heya roja çarşemê bajo.
Îsraîlê di 30ê cotmehê da li ser sînorê Xezeyê tunelek teqandibû û di bûyerê da jî 12 filistînî miribûn.
Artêşa Îsraîlê herwisa par di meha mijdarê da jî li ser sînorê Xezeyê tetbîqateke berfireh a li gorî şert û mercên cengê li dar xistibû. (AA)