'Ger hûn rojanekirina Îslamê teleb dikin edaletê tesîs bikin'
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahînê ku li Bidlîsê tevlî kongreya partîya xwe bû destnîşan kir pêdîvîya nasên Îslamê bi guherînê tuneye û wiha got “Ger hûn rojanekirina Îslamê teleb dikin edaletê tesîs bikin.”
Li Bidlîsê 2yemîn Kongreya Asayî ya Teşkîlata Bajarê Bidlîsê yê HUDA PARê hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahînê ku beşdarî kongreya partîya xwe bû derbarê mijarê di rojevê de nirxandinên balkêş kir.
“Ger hûn dixwazin ku Îslamê rojane bikin ji edaletê dest pê bikin”
Şahîn di axavtina xwe ya ku li kongrê kir de qala daxuyanîya Erdogan a derbarê rojanekirina Îslamê de kir û destnîşan kir ne hezar û 400 sal, milyonek û 400 hezar sal jî derbas bibe pêdivîya nasên Îslamê bi guherînê tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em qala rojanekirina Îslamê ya nû dikim. Çima ez benî? Lewra li gor gotinan bi hikmên berî vê hezar û 400 salan dinya nikare bê îdarekirin! Xwedîyê vê gotinê kî ye? Birê serokkomar e. Ne hezar û 400 sal, milyonek û 400 hezar sal jî derbas bibe pêdivîya nasên Îslamê bi guherînê tuneye, Îslam dîneke wisa ye. Lê belê wextê sepandina hikman dibe ku li gor şert û mercan bê guherîn. Îslam dîneke wisa ye ku di wan meseleyên asrî de ji îçtîhadên ulemayên ku ehlê karê xwe ne re vekirî ye. Niha civak di haleke nebaş de ye, bêhn bi îdarê ketiey, di nav civakê de gelek problem hene, geşedanîyên li herêmê welêt tehdîd dikin; hûn dev ji vê yekê berdidin û qala rojanekirina Îslamê dikin. Belê em Îslamê rojane bikin. Em ji kû dest pê bikin? Em ji edaletê dest pê bikin. Îslam edalet e.Ger hûn dixwazin Îslamê rojane bikin edaletê tesîs bikin. Ger hûn edaletê tesîs bikin ew ê Îslam bê rojanekirin.”
“Serokomar Erdogan gotibû ‘Birayên me yên Misliman ên ku ev 10,15, 20 salan di girtîgehan de dirizin hene.’ Ji ser vê gotinê 3 sal derbas bûn, lê belê hêj gavek nehatîye avêtin”
Şahîn di berdewama axavtina xwe de gotinên Erdogan ên derbarê mexdûrên 28ê Sibatê de rexne kir û wiha axivî: “Lê hêj mexdûrên 28ê Sibatê di girtîgehan de ne. Ew Mislimanên ku ji teref daraza FETO ve hatine mexdûrkirin li kû ne? Ew Mislimanên ku bêsûc û belesebeb hatine girtin li kû ne? Ew jî li kêleka wan hakimên ku di wextê wê de ceza dabûn wan di girtîgehê de ne. Ev tişt li welatê we rû didin, hêj doh ew birayê me Şeymus Alpsoyê ku ev 18 sal in di girtîgehê de tê girtin û pê re nexweşîya qenserê heye û divîyabû bê tehlîyekirin, lê belê we rahişte wî digel halê wî yê qenserê cardin avêtin girtîgehê. Serokomar jî talîmat daye Wezîrê Edaletê ‘Demildest vê yekê hal bikin û pêşîya mexdûrên 28ê Sibatê vekin.’ Gotin cuda, îcraat cuda ye. Serokomar Erdogan gotibû ‘Birayên me yên Misliman ên ku ev 10,15, 20 salan di girtîgehan de dirizin hene.’ Ji ser vê gotinê 3 sal derbas bûn, lê belê hêj gavek nehatîye avêtin.”(ÎLKHA)