Weqfa Yetîman rapora falîyetên xwe ya salane eşkere kir
Weqfa Yetîman ya ku bi falîyetên alîkarîyê tê naskirin rapora falîyetên xwe yê sala 2017an eşkere kir. Di çorçoveya alîkariyên li welêt û yên li derveyî welêt de di sala 2017an de bi bihayê mîlyonek û 214 hezar lîreyî alîkarî hat belav kir.
Weqfa Yetîman ya ku bi falîlyetên alîkarîyê tê naskirin li welêt û derveyî welêt ji feqîr û bêkesan re dibe hêvî û umîd. Weqfê rapora falîyetên xwe yên alîkarîyê yên ku di sala 2017an de kirîye eşkere kir.
Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Fîkrî Karavîl, li navenda weqfê ya li Diyarbekrê rapora falîyetên sala 2017an bi rayagiştî re par ve kir. Karavîl destnîşan kir ku me di sala 2017an de wek pakêtên xida, bûrsên yetîman, goştê sor, bisiklêt, meteryalên qirtasîye û belavkirina cil û bergan bi tevahî me bi bihayê mîlyonek û 214 hezar lîreyî alîkarî li feqîr û mixtacan belav kir.
Karavîl, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Armanca me; em bighêjin zarokên feqîr êtîm û bêkesên li ser rûyê cîhanê teva û em ji bo wan di warî maddî û manewî de bibin alîkar. Bangewazîya me eve; em li ser rûyê erdê li zarokên mezlûm, bêkes û êtîm xwedî derkevin û em berpirsyarîya xwe carekdin bi bîr bînin. Hedefa me; bi alîkarîya gelê me em li welêt û li derveyî welêt bighêjin temamê zarokên etîm û sêwî û em ji wan re di warê maddî û manewî de bibin destek û alîkar.”
“Tenê ne li welêt li derveyî welêt jî xebatên me hene”
Karavîl, îfade kir ku ew ji sala 2009an pêde ji bo êtîman di warê maddî û manewî de xebatên xwe didomînin û wiha got: “Bi taybetî em bi rêk û pêk her meh alîkarîyê dighêjîne zarokên êtîm û sêwî. Ji bo zarokên êtîm û sêwî nekevin rêyên xerab em xebatên xwe yên maddî û manewî bênavber dibomînin. Ji porjeyên me yên sereke: ‘êtîmekî têr bike’, ‘êtîmekî bi cil û berg bike’, ‘kêfa êtîman bîne’ û di warê zewicandina zarokên ku êtîm mezin dibin de em warê cihêzan de alîkarîya wan dikin… Di gel vana di dema mektebê de alîkarîya materyalên qirtasîyê û ji bo perwerdehîya wan proje û xebatên me hene. Em di çarçoveya van projana de falîyetên xwe berdewam dikin.
Ne tenê em li welêt xizmetan dikin em li derveyê welêt jî xebatan dikin. Bi taybetî ji bo Mislimanên Araqanî yên ku ji ber zilma çeteyên Bûdîst revîyabûn û îltîcayî Bangladeşê kiribûn me ji bo wan bi slogana ‘Araqan acîl lihêvîya alîkariyên we ne’ qampanya alîkarîyê dan destpêkirin. Di çarçoveya vê qampanyayê de temamê Sazîyên Civakî yên Sîvîl yên ku ji mere bûn destek em malavahîya xwe ji bo wan tînin ziman.”
Di sala 2017an de me bi bihayê mîlyonek û 213 hezar û 156 lîreyî alîkarî belav kir”
Karavîl, îfade kir ku me li welêt di sala 2017an de bi bihayê 589 hezar û 35 lîreyî û li derveyî welêt jî bi bihayê 624 hezar û 122 lîreyî alîkarî kirî belav kir.
Karavîl, bal kişand ser girîngîya xebatên alîkarîyê û îfade kir ku di sala 2018an de gelek projeyên me hene û got: “Di sala 2017an de me li welêt di bihayê 589 hezar û 35 lîreyî alîkarî belav kir. Li derveyî welêt jî ji bo êtîmên Araqanî û Fîlîstînî me bi bihayê 624 hezar û 122 lîreyî alîkarî belav kir. Me wek Weqfa Yetîman di sala 2017an de bi bihayê mîlyonek û 213 hezar û 156 lîreyî alîkarî belav kir. Ji bo sala 2018an em wek Weqfa Yetîman gelek projeyên me hene. Bi taybetî di meha çile de bi navê ‘ne rojekê her roj xwarina germ’ me projeyek dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Bangladeşê me her roj ji bo hezar û 500 birayên xwe yên Araqanî xwarina germ belav kirin.
Li hêla din ji ber ‘meha Sibatê meha şehadetê ye’ me bi navê ‘sifreya şehdetê’ projeyek nû dan destpêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de bi îzna Xwedê emê meha Sibatê her roj xwarina germ bidin hezar û 500 birayên xwe. Hejmara birayên me yên ji ber zilma çeteyên Bûdîst direvin her roj diçe zêdetir dibe. Li gor daneyên nefermî heta niha mîlyon û nîvek Mislimanê Araqanî ji ber zilma çereyên Bûdîst revîyane û hatina Bangladeşê.”
“Her çiqas îmtîhana gelê Filistînê zêde dibe îmtîhana me jî ewqas giran dibe”
Karavîl, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku ewê di sala 2018an de ji bo Filistînîyên di bin zilma çeteyên siyonîst de ne falîyetên wan yên alîkarîyê berdewam bike û bi bîr xist ku divê Filistîn ji rojevê neyê xistin.
Karabîl, de dawîya axaftina xwe de wiha got: “Di warê xwedîderketina birayên xwe yên Filistînî de emê di sala 2018an de bi rêk û pêk mehane alîkarîya êtîmên Filistînê bikin. Lewra her ku roj diçe îmtîhana birayên me yên Filistînê giran dibe. Di vî warî de berpirsyariyên me jî girantir dibe. Li ser navê xwedî derketina li wan birayanê xwe ez bi alîkariya we bangî temamê birayên xwe yên Misliman dikim. Bi taybetî ez rica dikim bila Filistînê ji rojeva xwe dernexin. Di vî warîde ez malavahîya xwe ji temamê birayên me yên alîkarîya me kirine û yên wê bikin re tînim ziman û teşekur dikim. (ÎLKHA)