Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 80 mirî
Li Kabîla paytexta Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa ku hat kirin de 80 kes mirin û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bi wesayîta bombebarkirî êrîş li herema ku lê balyozxane û serokatiya dewletê hebû hat kirin. Wesayîta bombebarkirî li ber devê deriyê balyozxaneya Almanyayê hat înfîlakkirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 80 kes mirin û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.
Hat ragihandin êrîş bi qamyonê hatiye kirin û ji ber êrîşê balyozxaneya Almanyayê hilweşiyaye.
Tê diyarkirin îxtîmal e ku hejmera kesên kuştî zêde bibin.(ÎLKHA)