Emerîka nîvê firotina xwe ya sîlehan li erdingarîya Îslamê dike
Li gor rapora Enstîtuya Lêkolînên Aşitiya Navdewletî ya Stockhlomê (SIPRI) Emerîka sîlehên çêdikê nîvê wan difroşe dewletên li ser erdingarîya Îslamê.
Vê carê Enstîtuya Lêkolînên Aşitiya Navdewletî ya Stockhlomê (SIPRI) tîcareta sîlehan xist rojeva xwe. Di raporê de derket holê ku di salên dawî de Emerîka herî zêde çek û sîleh firotîyê dewletên li ser erdingarîya Îslamê û bi vê yekê li gor salên din emerîka firotana xwe ya sîlehan dû qat kirye.
Di rapora SIPRIê de hat îfadekirin ku li dinyayê di tîcareta sîlehan de Emerîka di asta yekem de ye. Piştî Emerîka û Elmanya dewletên Ewrûpa herî zêde sîlehan difroşin dewletên misliman. Li deverî herî zêde Siûdî Erebîstan çek û sîleh kirîye û bi vê yekê rêveberîya Rihadê sîlehên xwe yê 5 sala ji Emerîka û Xerbê tedarek kiriye.
Ji sala 2015an virve êrîşên Siûdî yên li ser Yemenî dewam dike û Siûdî di navbera sala 2013-2017an de îthlata sîlehan li gor 5 salên berê ji sedî 225 qat zêdetir kir. Piştî Hîndîstanê di dinyayê de Siûdî dewleta herî zêdetir sîlehan îthal deke û çend roj berê rêveberîya Riyade ji Îngîltere 48 teyarên herbê yên teknilojîya nû sîparîş kir.
Sîlehên Emerîka difroşe nîvê wan difroşe erdingarîya Îslamê
Li gor nûçeya DWê derdikeve holê ku sîlehên dinyayê ji 3ya yekê wê ji teref Emerîka ve tê tedarekirin. Washington jî îfade kir ku îxracata sîlehan li gor 5 sal berê ji sedî 25 zêdetir bûye û di vê heyamê de Emerîka nîvê sîlehên xwe firot dewletên li ser erdingarîya îslamê.
Firotana Elmanya ya sîlehan li ser erdîngarîya Îslamê du qaz zêde bû
Di frotana sîlehan de piştî Emerîka, Rûsya, Fransa, Elmanya û Çînê taqîb kir. Di raporê de derket holê ku van her 5 dewletana ji serdî 74 firotina sîlehên dinyayê di destê xwe de digrin. Di rapora SIPRI de hat îfade kir ku di navbera salên 2008-2012an û di navbera salên 2013-2017an de ji sedî 14 firotana sîlehên Elmanya ketîye. Lê belê di gel firotana hejmara sîlehên Elmanya ketibe jî Elmanya di tîcareta xwe ya sîlehan ya ku li dewletên erdigarîya Îslamê ji sedî 109 zêdetir kirîye.
Elmanya di serê vê salê de îfade kiribû dewletên beşdarê kûalîsyona li dijî Yemenê bibe wê firotan xwe ya sîlehan bide sekinandin. Li Berlînê ji ber êrîşên Tirkîye yên li Efrînê nîqaşên sekinandina sîlehan dewam dike.
Li Tirkîye îxracata sîleha zêde bû
Di raporê de hat îfade kirin ku ji bilî Xerbê pir hindik dewlet dikarin îxracata sîlehan bike û Tirkîye ji wan dewletên ku îxracata sîlehan lê zêde bû ye yeke. Li gor tesbîtan di navbera salên 2013-2017an di îxracata Tirkîye ya sîlehan li gor 5 sal brê ji sedî 145 qat zêdetir bû. (ÎLKHA)