Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha berfanbarê de 581 hezar kes kêm bû û hejmera bêkaran dakete 3 milyon û 291 hezaran.

Ji teref TUÎKê ve reqemên bêkariyê ya  meha berfanbara sala 2017an hat eşkerkirin. Li gor danayên TUÎKê li Tirkiyê hejmera kesên bêkar  li gor  meha berfanbara sala borî di meha berfanbara sala 2017an de 581 hezar kes kêm bû  û hejmara bêkaran dakete 3 milyon û 291 hezaran.

Rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 46,9

Di meha berfanbara sala 2017an de li gor heman meha sala 2016an hejmera kesên ku hatine îstîhdamkirin 619  hezar zêde bû û hejmar derkete 28 milyon û 288 hezaran. (ÎLKHA)