Efrînî vedigerin malên xwe
Piştî Efrîn ji YPG/PKKê hat paqijkirin xelkê deverê dest bi vegera malên xwe kirin.
Piştî TSKyê li Efrîna navçeya Heleba Sûrî operasyon da destpêkirin xelkê Efrîn û derdorê ji ber pevçûnan malên xwe ji mecbûrî terk kiribûn. Di çarçobeya herekatê de piştî dever ji YPG/PKKê hat paqijkirin gel hêvî dikin ku rojên xerab li paş mabim û vedigerin welatên xwe.
Li devera ku gel ji ber zilma YPG/PKKê reviyabûn piştî li deverê aramî hêdî hêdî çêdibe gel vedigerin malên xwe. Li Efrînê gelek malbatên ku malên xwe terk kiribûn bi kamyon, komyonet û trakroran vedigerin malên xwe. Gelê ku eşyayên xwe li wesaîtan kirine, vedigerin malên xwe.
Mûhammed Hamîdê ku li Beldeya Cindirêsa Efrînê dijî îfade kir ku ji ber PKKê xwest ku zarokên mi bi zorê bibe eskerîyê min belde terk kir û bi bi malbata xwe re ez ji mecbûrî çûm cem merivê xwe yên ku li Ezezê dijîn û min zarokên xwe jî şand Ewrûpa.
“PKKê ji roja ewil de xuyîna me dimêt”
Hamîd, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku ji ber ku ew didîrsîya ku wê tiştek were serê zarokên wî ew çûn Azezê û wiha got: “Ji ber ku li ser me zext dikirin, em ji destê YPGê revîyan û me bajarên xwe terk kirin. Ji ber herbê em her yek bi cîhkî de çûn. Ez û xêzana xwe em li vir man. Ji roja ewil de PKKe bû bela serê me û xuyna me mêt. Bi zorê diketin malên me û ji me qîzek û lawek dixwestin. PKKê li vir hertişt bi zordarîyê dikir.”
“Me teva ji ber zordarîya PKKê malên xwe terk kir”
Ji xelkê Efrînê Elî Evdo îfade kir ku YPG/PKKyîyan tu ferq nedixistin navbera pîrek û zilaman û dixwestin teva têxin bir darê sîlehê û wiha got: “Ji ber van pevçûnan me bajarên xwe terk kirin. Niha em ji nûve vedigerin malên xwe. Ma ka emê kude herin, tu cîkî em pê de herin tineye, ji ber vê yekê jî em dîsa vedigerin malên xwe.”
“Em naxwazin li tu derên Sûrî herb çêbibe”
Tahîr Alî Mûhammed jî îfade kir ku ew dilxweşîya vegera mala xwe dijî, lê belê ji ber ku zêde zirar dane mal û kargeha wî jî ew xwemgîne û wiha got: “Dema em li Efrînê bûn rewşa me zaf baş bû. Mekînê me yên kar hebûn û traktorên me hebûn. Tu tiştek ji mere nehiştin. Heta dohnê me yê zeytûna, her tiştên me birin. Li me gelekî zilm kirin. Ketin Efrînê, çîme hebû çi tinebû tev birin. Êdî em yekîtî, wekhevî, biratî û selametê dixwazin. Em herbê naxwazin. Ne tenê îro em tu carî herbê naxwazin. Em naxwazin li tu derên Sûrî herb çêbibe.”
“Em xweşî û selametîyê dixwazin”
Tahîr Alî Mûstafa jî îfade kir ku çî wan hebû çi tinebû PKKê tev ji wan girt û wiha got: “Berya niha rewşa me baş bû. Dikan û malên me hebûn, ketin malên me û hertiştên me dizîn. Tu tiştek ji me re nehiştin. Çî me hebû çi tinebû dest danî ser tevekî. Êdî em aramî û selametê dixwazin. Çima eşyayên me dizîn? em ne neyarin em jî însanin. Em wek Ereb û Kurd tev biranin. Ka bêjin ev zilma çima?”
“Eşyayên di kargeha min de tev talan kirin”
Meron Îbrahîm jî îfade kir ku piştî ew vegerîya bajêr wî dîdtîye ku temamê eşyayên di kargeha wî de bûn tev hatîye talankirin û wiha got: “Em dixwazin Efrîn di destê Efrînîyan de bimîne û bi destê Efrînîya ji nû ve bê çêkirin. Malên me kargehên me teva zirar ditin. Xweda ji mere derîkî xêrê veke. Ne em vê herbê dixwazin û ne jî cureyên zilmê yên din em naxwazin. Em bi zorê dibirin eskerîyê. Lê belê me nedixwastin em herin eskerîyê. Dikana min vekirin û çi têde hebû çi tinebû tev birin. Em dixwazin gavek berî gavekê kargehên xwe vekin û di nava hizûr û aramîyê de bijîn. Em dixwazin kêmasîya av, ceyran û derman bê derbaskirin. Em dixwazin ji nû ve nexweşxane bên vekirin. Zarokên me yên nexweş henin, em dixwazin ji bo wan nexweşxaneyên nû bên avakirin.”
“Em herbê naxwazin, em aştîyê dixwazin”
Mûrat Yahya jî destnîşan kir ku ji ber zilma PKKê kesên ku bajarê xwe terk kiribûn, niha ji nû ve vedigerin welatên xwe û wiha got: “Li vir li ser gel zilmeke mezin hebû. Niha PKKê bajarê me terk kir. Însan ji nû ve vedigerin malên xwe. Êdî em herbê nawazin em aştîyê dixwazin. Kesên ji ber zilma PKKê bajarên xwe terk kiribûn hêdî hêdî vedigrin welatên xwe. Hin kes li vir man lê belê gelek kesan bajar terk kirin. Înşallah emê tevê vegerin welatên xwe. Efrîn welatê me ye, em ji welatê xwe zaf hezdikin.”
“Em ji zilmê ku tê kirin ne razîne”
Mûhamme Hassan îfade kir ku hewceye her kes li ser axên xwe di nava hizûrê de jiyana xwe berdewam bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ji zilma tê kirin nerazîne. Em dixwazin di nava aramî û hizûrê de bijîn. Em rojên bi silamet dixwazin. Em qet ji zilmê heznakin. Em dixwazin herkes li welatên xwe li ser axa xwe bijîn. Temamê zarokên min niha li Stenbolêne. Ez û xanima min û zarokekî min yê biçûk em li vir man. (ÎLKHA)