Yapicoglu: Niyeta me heye em wek partî bikevin hilbijartinan

Yapicoglu: Niyeta me heye em wek partî bikevin hilbijartinan

Endamê Lijneya Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derbarê hilbijartinên mehellî yên ku dê di Adara 2019an de bên kirin de destnîşan kir “Niyeta me heye em wek partî bikevin hilbijartinan.”

Zekerîya Yapiciogluyê Endamê Lijneya Giştî yê HUDA PARê di roportaja ku da televîzyoneke taybet de derbarê hilbijartinên mehellî yên ku dê di Adara 2019an de bên kirin û derbarê tifaqê de nirxandinan kir û destnîşan kir, di warê tifaqê de prensîbên partîya wan bi heman awayî berdewam dikin.

Yapicioglu di daxuyanîya xwe de diyar kir heta niha tu kesî teklîfa tifaqê li wan nekiriye û ew jî bi tu partîyê re derbarê tifaqê de xeber nedane. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta niha tu partî tifaqê teklîfî me nekiriye û me jî teklîfa tifaqê ji tu kesî re nebiriye. Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de jî me belav kiribû; prensîbên me yên derbarê tifaqê wek hev in, nehatine guhartin. Heta îro em nefikirîn ku teklîfa tifaqê ji partîyekê re bibin. Lê ger teklîf bê, em ê vê yekê di nava birêveberîya partîyê de binirxînin û ger bo  berjewendîya millet û memleket bi xêr be,  em dikarin tifaqê bikin, lê ger ne bi xêr be me tifaqê nakin. Di vî warî de prensîba me ya ewil; divê ew kesê ku em ê pê re tifaqê bikin, ne dijminê xelkê me, hebûna me û bawerîya partîya me be. Kesên ku dijminên me, xelkê me û bawerîya partîya me be ji xwe me teklîfeke wisa ji wan re nabin û em teklîfa wan jî qebûl nakin. Di siyasetê de û di navbera partîyan de hevdîtinên tifaqê tiştekî ji rêzê ye. Dibê tifaq jî bên kirin.”

 “Niyeta me heye em wek partî bikevin hilbijartinan”

Yapicioglu di berdewam axavtina xwe de diyar kir xebatên wan ên diyarkirina namzedên şaredarîyan dest pê dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niyeta me heye em wek partî bikevin hilbijartinan. Xebatên me yên diyarkirina namzedan dest pê kir. Em dixwazin temamê namzedên xwe ji herêmên ku em ê lê bikevin hilbijartinan, diyar bikin. Ger munasîb û guncav be em dikarin tifaqê bikin, lê belê niyeta me heye em wek partî bikevin hilbijartinan. Heta niha bo tifaqê ne tu kes teklîfek ji me re şandiye ne jî me ji tu kesî re.”(ÎLKHA)