Rojnamegerê ku hat binçavkirin qala bêhiqûqîya ku lê hatiye kirin kir
Nîhat Kanatê nûçegihanê ÎLKHAyê dema ku li xebatên kolanê ya tesîsên Sutaşê ya ku li nêzî gundê Çeltîksuya Bîngolê dihat kirin û bû sedema bertekên gundîyan dişopand bi şikleke bêhiqûqî hatibû binçavkirin qala vê bêhiqûqîya ku lê hatiye kirin kir.
Doh ji bo tesîsa SUTAŞê li nêzî gundên Çeltîksuya Bîngolê xebatên kolanê hatin kirin. Ji ber ku çêrgeha gundîyan bi vê xebatê dihat sînorkirin ehlê gund ji xebatên avakirina tesîsa SUTAŞê re bertek nîşan dabûn. Nîhat Kanatê nûçegihanê ÎLKHAyê û Alîkarê Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Bîngolê dema ku li xebatên kolanê ya tesîsên Sutaşê ya ku li nêzî gundê Çeltîksuya Bîngolê dihat kirin û bûn sedema bertekan gundîyan dişopand bi şikleke bêhiqûqî hat binçavkirin û dest hat danîn li ser cîhazên wî û dîmenên di cîhazan de. Kanat piştî ku hat berdan re qala neheqîya ku lê hatiye kirin û qala bêhiqûqîyên ku hatine kirin kir.
Kanat di daxuyanîya ku da de qala mexdûrbûna gundîyan a ji ber çêkirina tesîsên SUTAŞê kir û balan kişand li ser tiştên ku ehlê gund jê re gotibûn û wiha got: “
Xwedîyên heywanan diyar kirin ku SUTAŞ li çêrgehê dîwar lê dikir ku ev dîwar ji nêzî axûrên wan derbas dibû û pêşîya çûyîna heywanan a çêrgehê digirt. Dema ku em çûn gundê van însanên ku hatine mexdûrkirin me dît ku xebatên kolanê di bin çavdêrîya leşkeran de tê kirin. Xwedîyê heywanan jî digel heywanên xwe li wê derê bûn. Min ji bo mexdûrîyeta wê derê bikim xeber dest bi qeydê kir. Leşkerên ku li wê derê bûn ji min re gotin ‘Tu hatîye vê derê ji bo dîmenên me bigirî, tu sûretên me digire û me dikşînî vîdeoyê.’ Min jî ji wan re got ku ez ji bo mexdûrîyeta ku heye bikim xeber hatim vê derê ku gundî bi xwe gazî min kirin.”
“Azadîya çapemenîyê hat binpêkirin”
Kanat di berdewama axavtina xwe de diyar kir leşker piştî van gotinên wî bi ser wî de hatine û bi telefonê li fermandarên xwe gerîyane û ji ber vê yekê yekî bi rutbe hatiye cihê bûyerê. Kanat dû re wiha qala serpêhatîya xwe kir: “ Çawa ku serdar hat cihê bûyerê bi ser min de hat. Min jê re got ku ‘ Ez rojnamevan im, bo wezîfeya xwe îcra bikim ez li vê derê me.’ Lê dîsa bi ser min de hat. Dû re li cihê bûyerê li dozgerîyê gerîyan û derheqê min de qerara binçavîyê derxistin. Derdora seat 11.00an de hatim binçavkirin. Min li wesayîtekê siwar kirin û dest danîn li ser mekîneyên min. Dû re jî ez birim Qereqola Kervansaray Ekînyoluya Bîngolê. Demekê em li wê derê man.Û dû re di seat 15.00an de ez berdam. Bêhiqûqîyeke wisa qewimî. Azadîya çapemenîyê hat binpêkirin. Wekî nehiştin bi telefonê ez xeber jî bidim. Dema ku ez hatim binçavkirin û miameleya ku min bi min re dihat kirin tev nexweş bûn, zextan li min dikirin.” (ÎLKHA)