'Siyaseta Îslamî bênavber anî ziman'
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu beşdarî Sempozyuma Erbekan a Navneteweyî bû û axavtinek kir, Yapıcıoglu di sempozyumê de diyar kir merhum Necmettîn Erbakan sîyaseta Îslamî bi ezm û cehdeke mezin bê navber anî ziman.
Li Enteba ji teref Komeleya Çand û Perwerdehîyê ya Entabê û Komeleya Mamosteyên Bişûir ve ‘1emîn Sempozyuma Navneteweyî ya Erbakan ‘ hat tertîpkirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî beşdarî vê bernameya ku hat tertîpkirin bû.Ji bilî Yapicioglu Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz û gelek mêvanên ku ji Lubnan, Misir, Sûriye û ji Îranê hatibûn tevlî bernameyê bûn.
“Siyaseta Îslamî bênavber anî ziman”
Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bûbû de di derbarê merhum Erbakanî de diyar kir ew bi rastî jî siyaseta Îslamî bi ezm û cehdeke mezin û bi şikleke bênavbir anî ziman û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra ew dîtibû û nîşanî me dabû ku pêşî dixwazin Îslamê ji nava Erdigariya Îslamê derxînin.Ew kes bi vê helwestê dixwastin ku em tenê mîna çandî Îslamê bijîn.Îslamê ji heyata me ya siyasî, civakî, îqtîsadî derxistin û xwestin ku îslamê hebsî mabet û dilan bikin.Mucadele û hewildana Necmettîn Erbakan jî li dijî van kiryaran bû .Hemd ji Xwedê re ku tov û bizrên ku wî avêtibûn şîn dan û mezin bûn.”
Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir bi izna Xwedê em ê di vê rêya ku wî vekir de bi bîr bînin ku em birayê hevdû ne.Em misliman dê bibin yek û em ê kesên mezlûm ji bin wê esaretê derbixin înşaallah.(ÎLKHA)