Yemen bi felaketê re rû bi rû maye
Serokê Giştî yê Organîzasyona Alîkariya Navneteweyî ya Yemenê (ÎNSAN) Eymen El Mansur diyar kir ku însanên li Yemenê bi felaketê re rû bi rû mane, divê ku Ummeta Îslamê êdî vê rewşê bibîne.
Serokê Giştî yê Organîzasyona Alîkariya Navneteweyî ya Yemenê (ÎNSAN) Eymen El Mansur diyar kir ku însanên di welatê de bi felaketê re rû bi rû mane. El Mansur diyar kir ku li Yemenê her tiş xelas bûye. Peydakirina derman û xwarinê bi zehmet bûye.
Eyman El Mansur diyar kir ku li Yemenê şer didome. Ev yek jî dibe sedema rû bi rû mana bi felaketekî însanî re. El Mansur ji ÎLKHAyê re qala tabloya xedar a li welatê xwe kir.
El Mansur diyar kir ku ev 2 sal e Yemen tê îzolekirin, hatiye dorpêçkirin. Her wiha El Mansur anî bibîranîn ku mirov ne dikre têkeve nav welatê û ne jî ji welatê derkeve.
“Derman tênakeve nav welat, melzemeyên ku ji bo tehlîl û dîyalîz lazim in hindik maye ku xilas bibe”
El Mansur wiha axavtina xwe domand: “Em cengê daynin aliyekî. Bes em qala dorpêçkirinê bikin. dorpêçkirina hewa û behrê dibe ku her kesê aciz bike. Wisa bifikirin ku ji xeynî dorpêçkirinê her roj Yeman bi sedan bi sedan fuze, bombeyên neotron û zirîçên bmbeyî tên avêtin dibe hedef. Yemen ji teref medyayê ve hatiye jibîrkirin. Têketin û derketina tiştekî ya li welêt qedexe ye. Wek dawî balafirgeha li Adenê hatiye girtin. Hemî balafirgehên li welêt hatine girtin. Tu kesî nikare ji Yemenê derjkeve an jî têkeve Yemenê.
Gelek însanên ku divê li derveyê welat tedawî bibe hene. Lewra li Yemenê dermanên tibbî hema hema xelas bibe. Heta niyaziyên bingehîn jî ji ber dorpêçkirinê bi şiklekî cidî zirarê dîtine. Derman tênakeve nav welêt. Hema hema melzemeyên ji bo tehlîl û diyalîzê xilas bibe. Ji ber vê yekê divê ku hinek kes ji bo tedawiyê biçin derveyê welat. Lê nikarin. An jî însanên ku li Amman û Qahîreyê tedawî dibe hene dixwazin ku werin welatên xwe. Lê Nikarin werin. Ji ber ku nikarin vegerin malên xwe perê wan qediyaye. Lê Digel vê yekê nikarin vegerin welatên xwe. Lewra ji teref DYE û Erebîstana Siûdê ve hemî balafirgeh hatine girtin.”
El Mansur diyar kir ku dibêjin li Yemenê şerê navxweyî heye. Lê ev yek rast nîne. Dûvre El Mansur wiha diyar kir: “Di medyayê de bes wek şerê navxweyî tê diyarkirin. Ji xwe Erebîstana Siûdê jî vê yekê dixwaze. DYE vê yekê dilxwaze. Lewra naxwazin ku rastiyên li Yemenê di medyayê de cî bigire. Li Yemenê 2 kom hene. Di destê komekî de çekên biçûk hene. Çek û fuzeyên wan bi xwe. Yek a din jî koma Erebîstana Siûdê ya ku bi balafirên F16ê welatên didin ber bombeyan. Di vê komê de DYE, Erebîstana Siûdê, Emîrtiyên Erebên Yekbûyî, Misir, Urdun, Fas, Pakîstan û Black Water hene. Ev hemî li dijî Yemenê ne.”
“Ya ku Erebîstana Siûdê û DYE li dijî gelê Yemenê dikin zulm e”
El Mansûr diyar kir ku saziyên çapemeniyê şerê li Yemenê bi israr wek nelihevhatina Siûd-Îranê didin nîşandan. El Mansur vê yekê rexne kir û dûvre wiha destnîşan kir: “Tabî vê curmê wek bandora Îranê ya li Yemenê didin nîşandan ku were veşartin. Fereze bandora Îranê li Yemenê çêbûye, gelo ev piştgiriya lojîstîk a ku DYE li Erebîstana Siûdê kiriye, çekên DYE, Îngîlîstan, Ewrûpayê mafdar dike ku Yemenê bidin ber bambebaranê? Medya bi şerê li Yemenê bi israr wek nelihevhatina Siûd-Îranê didin nîşandan. Ya rastî ew e ku Erebîstana Siûdê sûcê şerê dike. Mijara gelo eleqeya Îranê bi Yemenê re heye yan tune nîne. Ya min eleqeder dike ew ku kî mala min bombebaran kiriye. Kî zarokên min kuştiye û kî welatê min wêran kiriye. Kesên ku vê yekê kirine Îranî nînin. Kesên ku vê yekê dibêjin an dînin an jî çavên wan nabînin.”
“Ev welat ya me ye û divê ku em bi xwe biryarên xwe bidin”
El Mansur diyar kir ku tu kes nikare di şûna gelê Yemenê de biryar bide. El Mansur ku bal kişand ser operasyona derkkirinê ya ku li dijî hareketa Ensarullahê tê kirin. Dûvre El Mansur wiha axivî:
“Gelek kes nizanin ku wayeta El-Husî çiye. Pirraniya gel zen dike ku ev nexweşî an jî rengek e. An jî ez nizanim ku êdî çi fêm dikin. El- Husî bes navê malbatek e. Navê malbateke kevin a ku li bakûr Yemenê dijîn e. Navê lîderê Ensarullahê El-Husî ye. Ji ber vê yekê ew wek El-Husî tên zanîn. Lê ew bes nişteciyên Yemenê yên ku dixwazin li wir bijîn û li wir bimirin in. Û di serî de Îran ew girêdayê tu hêzê nînin. Haya wan ji berjewendiyên wan tune. Ew bes ji bo Yemen û gelê Yemenê micadele dikin.
Pirsgirêka herî mezin ên din ew e ku Husiyan wek aîdê Îranê dizanin an jî diyar dikin ku Husî daxwaziyên Îranê tîne cî. Bila vê helwest û gotinê ji bo Siuda Erebîstanê jî bibêjin. Lewra Erebîstana Siûdê eşkere divê kî çi bike dibêje. Ew jî ji Siûda Erebîstanê çek û pere distînin. Û ew bi tu şiklê diyar nakin ku bibêjin Erebîstana Siûdê tekvlê karê welatê me dibe. Lê Husî eşkere diyar dikin ku ew naxwazin Îran tevlê karê wan bibe. Ev welat ya me ye û divê ku em bi xwe biryarên xwe bidin. Û di şûna Yemeniyan de tu kes nikare biryar bide.”
“Tu kes ji şerê li Yemenê re dengê xwe dernaxe”
El Mansur diyar kir ku Ummet di heyama herî dawî de dengê xer ji bûyerên ku di ser wan de diqewime re dernaxe. Dûvre El Mansur wiha pê de çû:
“Ummet ji rê derket û ji xwe re dijminên ku di rojeva Ummetê de nebû ji xwe re kir heval. Bi helwestekî xerab hereket kir. Mînak em bibêjin dê bûyerekî di ser serê Şiîyên ku perçekî ji vê Ummetê ne de qewimî. Lê ev Ummet xwe ji wan îzole dike, ji wan cuda dihesibîne û dengê xwe ji felaketên ku tên serê wan re dernaxe. Dengê xwe ji curmên ku tên kirin re dernaxe. Tu kes ji şerê li Yemenê re dengê xwe dernaxe. Helbet her kes vê yekê wekê zanîn nake. Lê kesên ku vê yekê wek zanîn dikin jî kêm nînin.”
“Yemen niha bi felaketekî cidî re rû bi rû maye û însan jî dûçarê derd û kulê dibin”
El Mansur diyar kir ku di derbarê Yemenê de alîkariya însanî jî nayê kirin. Dûvre El Mansur wiha destnîşan kir: “Qasê ku ez dizanim ji tu welatê Îslamê alîkarî li Yemenê nehatiye kirin. Di destpêka şerê de keştiyeke ya aîdê Îranê hat Yemnê û tê de bes av û derman hebû. Dema ku mirov vê yekê bi îhtiyaciya Yemenê re muqayese dikir ev alîkarî pirr kêm bû. Û divê ku ev yek eşkere were fêmkirin ku Yemen niha bi felaketekî cidî re rû bi rû maye û însan jî dûçarê derd û kulê dibin. Tu kes tesewûr nake ku rewş çi qas xedar e. Heta di rapora YEyê ya ku herî dawî hat weşandin de hat diyarkirin ku bi milyonan zarokên Yemenî bi mirinê re rû bi rû mane û bi birçîbûnê re micadele dikin.
Nexwe Misliman çi dikin? Misliman jî dibêjin ‘gelo di vê şerê de Îran heye yan tune, gelo Şiî beşdarê şerê bûn an ne, Gelo Sunniyan Yemenê bi dest xistin an ne.’ Ji xwe zarokên ku ji ber şerê mexdûr bûne jî di xema wan de jî nîne. Halbûkê girîng nîne ku zarok Şiî, Yahudî yan jî Misliman in. Ya girîng ew e ku bi milyonan zarok bi birçîbûyînê re rû bi rû mane. Heta divê ku heywan jî birçî nemînin.”
“Beriya her tiştî divê ku derman, ji bo zarokan libas û mehsûlên şîrê werin temînkirin”
El Mansurê ku diyar kir niha li Yemenê gel bi qeyran û qrîza birçîbûyînê re rû bi rû mane wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ya rastî ew e ku niha li Yemenê her tişt hema hema biqede. Ne hewce ye ku mirov bibêje çokolate, paste an jî libasên nû. Niha însan bi qrîza birçîbûnê re rû bi rû mane. Gelek nexweşî hene û derman kêm in. Ji ber ku xaniyan kirine wek kavil niha gelek însan bê avahî mane. Derfetên sitirandina wan pirr kêm e. Ji xeynê vê yekê însan niha mihtacê moralê ne. Ji bo ku moralê wan hebe divê ku piştgirî li wan were kirin. Ew mihtêcê moralê ne. Ji ber ku Yemenî pirr bi rûmet in birçî û tazî bibin jî ew di kolanan de destê xwe ji kesî re venakin. Lê bila bizanibin ku gelê Tirkiyê ji bo ku dawî li şerê were dixebitin. Wek mihtacî jî beriya her tiştî divê ku derman, ji bo zarokan libas û mehsûlên şîrê werin temînkirin.” (ÎLKHA)