Siyonîstan êrîşî 80 cih û wargehên li Xazzê kirin
Siyonîstên terorîst ji doh êvarî heta niha êrîşî 80 hedefên li Xazzê kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref çeteya terorê ya siyonîst ve hat belavkirin de hat diyarkirin bi balafirên şer û helîkopteran êrîşî 80 hedefên aîdî Hamasê hatiye kirin.
Ji teref çavkanîyên tenduristîyê yên Filistînê ve hat diyarkirin heta agahîya mirî û birîndaran ji wan re nehatiye raporkirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê Eşref el-Kudra derbarê mijarê de bang li sazîyên navneteweyî kir da ku ji ber êrîşên siyonîstan sazîyên tenduristîyê û xebatkarên wan bên parastin.
Harekata Cîhada Îslamî jî derbarê mijarê de diyar kir ew ê li hember qetlkirina siwîlan a ji teref siyonîstan ve re bêdeng nemînin.
Di êrîşa ku doh li Xazzê hatibû kirin de 5 Filistînî şehîd bûbûn û 180 Filistînî jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)