Hilweşîna Li Bangladeşê
Li Dakkaya paytexta Bangladeşê, çar roj berê, fabrîkayeke tekstîlê ya 8 qatî hatibû xwarê. Tê îfadekirin ku, di hadîseyê de hejmara miriyan zêde dibe.
Xebat û fealiyetên rizgarkirinê dewam dikin. Feqet hat îfadekirin ku, heta niha 304 kesan can dane. Dora 761 kes jî winda ne.
Tê gotin ku di derbarê kesên winda de, agahî ji merivên xebatkaran hatine stendin. Bi xebatên rizgarkirinê heta niha 2 hezar û 348 kes ji bin kavilan hatine derxistin.
Hikûmeta Bangladeşê ji bo van bînayên ne saxlem, heta niha tu me’melê nekiriye. Bînayên wiha nayên kontrolkirin. Her sal ji ber van bînayên nesaxlem, hadîseyên hilweşînê diqewimin û gelek kes can didin. (Bangaheq)