'PKK sedema temamê mişkîleyan e'
Musteşarê Konseya Ewlehiyê yê Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî diyar kir PKK sedema temamê mişkîleyan e.
Musteşarê Konseya Ewlehiyê yê Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî di derheqê êrîşa ku li Şingalê hatiye kirin de ji Rojnameya New Yorkê re nirxandinan kirin. Barzanî di daxuyaniya ku da rojnamê de destnîşan kir sedema sereke ya êrîşa ku ji teref Tirkiyê ve li Şingalê hatiye kirin û tê de pêşmerge jî jiyana xwe ji dest dabûn hebûna PKKê ya li heremê ye.
Barzanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji Tirkiyê di derheqê bûyerê de daxuyaniyekê teleb kirine û hêj bersivek ji wan re nehatiye dayîn û ew hêvî dike ku xeletîkek çêbûbe.
Barzanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir Tirkiye cara ewil êrîşî Şingalê dike û sedema vê yekê jî PKKê ye. Barzanî dû re wiha li got: “PKK sedema temamê mişkîleyan e. Tu eleqeya vê bûyera ku qewimiye bi xwestin an jî nexwestina me re tune ye. Tiştê ku Tirkiyê vedikişîne heremê PKK ye.”(ÎLKHA)