STK ji bo bernameya Wîladeta Pîroz piştgiriyên xwe daxuyandin
STKyên Îslamî yên ku li Diyarbekirê xebatên birêve dibin ji bo bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê di 30ê Nîsanê de bê tertîpkirin destek û piştgiriyên xwe daxuyandin.
Her weke ku tê zanîn di 30ê Nîsanê roja yekşemê dê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bê tertîpkirin. Ji bo vê bernameya ku dê bê tertîpkirin destek û piştgirî tên dayîn. Yek ji van destek û piştgiriyan jî ji teref STKyên Îslamî ve hat dayîn.
Fîkrî Karavîla Serokê Giştî yê Yetîm-Derê, Yusuf Keşliyê ji birêvebirên Îlîm-Derê û Serokê Giştî yê Sahabe-Derê Mutallîb Yuva ji bo bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê di 30ê Nîsanê de bê tertîpkirin destek û piştgiriyên xwe daxuyandin û destnîşan kirin ew ê wek komele digel temamê dildar û endamên xwe beşdarî vê bernamê bibin.(ÎLKHA)