Akademîsyenê ku tinazê xwe bi Qur’an kir ji wezîfê hat girtin
C.G.yê ku li Zanîngeha Aydin Adnan Menderesê akademîsyentîyê dike û tinazê bi Qur’ana Kerîm kir ji wezîfê hat girtin.
Hat ragihandin C.G.yê ku li Zanîngeha Aydin Adnan Menderesê akademîsyentîyê dike ji ber ku tinazê bi Qur’ana Kerîm kir ji wezîfê hat girtin.
Ji wezîfê girtina C.G. ji teref Rektorê Zanîngeha Aydin Adnan Menderes Prof. Dr. Cavît Bîrcan ve li ser medyaya civakî hat ragihandin.
Bîrcan di parvekirina ku ji ser medyaya civakî kir de derbarê mijarê de wiha got: “ Derbarê şexsê ku ji ser medyaya civakî tinazê xwe bi ayetên Qur’ana Kerîm kiriye û di parvekirinên xwe tiştên bi heqaret û sihêf parvekiriye de lêpirsîna ceza û dîsîplînê hatiye destpêkirin û ji wezîfê hatiye girtin. Bi hurmet ji raya giştî re tê ragihandin.”(ÎLKHA)