136 xwendekar bi jehrê ketin
Li Mêrdînê 136 xwendekarên ku ji ber xwarinê bi jehrê ketin hatin rakirin nexwşexaneyên li bajêr, dê û bavên xwedenkaran derbarê bûyerê de îddîayên balkêş anîn zimên.
136 xwendekarên ku li Mameşkêya gundê Dêrika Mêrdînê diçin mektebê ji ber xwarina ku xwarin bi jehrê ketin. Xwendekarên ku bi jehrê ketin hatin rakirin nexweşxaneyên li Dêrik û Qoserê.
Bûyer derdora wextên nîvro de pêk hat. Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re xeber hat dayîn yekîneyên tenduristîyê. Xwendekarên ku bi jehrê ketin bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Li Serwîsa Acîl mudaxeleya ewil li xwendekaran hat kirin û hinek ji wan jî hatin xistin bin muşahedê.
Midûrê Perwerdehîya Neteweyî yê Mêrdînê Yakup Sari ji bo serdana xwendekaran çû Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û malbatê xwendekaran ziyaret kir.
Malbatên xwendekarên ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn, destnîşan kirin zarokên wan her tim ji xwarinan gazinan dikirin ku ew derbarê bê yekê gelek caran bi îdareya mektebê re axivîne, lê digel vê yekê tu tedbîr nehatiye standin.
“Mû, mêş û kezik di nava xwarinê de derdiket”
Saddam Acerê welîyê xwendekarekî derbarê mijarê de diyar kir ew çendîn caran gazinên xwe ji rayedaran re anîne zimên û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zarokan ji me re digotin di nava xwarinê de mû, mêş û kezik derdikeve. Me vê meselê ji xoceyan re digot û wan jî ji me re digot temam em ê meselê hal bikin, lê belê serê xwe qet pê neêşandine. Weke ku hûn dibînin em di xestê re derketin. Bila rayedar ji vê yekê re çareyekê bibînin. Zarok ji ber xwarina ku danê nîvro xwarina bi jehrê ketine û xoce û midûr li me nagerin. Em ji derdorê bi meselê dihesin. Pêwîst bû ku li me gerîyabana.Lê xeber nedan me. Qala 240 xwendekaran tê kirin. Rewşa hinek xwendekaran baş û ya hinekan jî nebaş e. Hêj haya min ji zarokê min tune ye, rakirine kîjan xestê, ez nizanim.Ez lê digerim.”
“Bila derheqê şîrketa xwarinê de lêpirsîn bê vekirin”
Mehmet Selîm Asîyê bavê xwendekarekî jî derbarê mijarê de diyar kir ew çawa bi bûyerê hesîyaye hatiye xestê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hema bi lez û bez em hatin xestê. Ji ber şipheya bijehrê ketinê xwendekaran rakirine nexweşxanê. Serûm dane wan û hewl didin wan derman bikin. Bi taybet ez bang li rayedaran dikim: Bila derheqê şîrketa xwarinê de lêpirsîn bê vekirin.Ev mesele bi kû de derdive bile derkeve. Zarokên me dema ku ji mektebê tên êrîşî xwarinê dikin. Dema ku em ji wan pirsa ma li mektebê xwarinê nadin we, ji wan dikin ji me re dibêjin ‘Bavo di xwarinên mektebê de mû, kezik û mêş derdikeve.Ji ber wê yekê em nikarin bixwin.’ Em dixwazin ji vê meselê çareseyek bê dîtin.”
Kesên bi navê Mustafa Sayin û Cevdet Sayin ên ku bavên xwendekarên ku bi jehrê ketibûn jî derbarê mijarê de diyar kirin zarokên wan berî niha jî ji xwarinan gazinan dikirin.(ÎLKHA)