Xeberdana Xalid Meşal
“Qurban Temînatê Pêşî Qatil Nake”
Lîderê Hamasê Xalid Meşal tepkî nîşanî şertên Îsraîl yên der barê agirbestiyê de da. Rejîma terorê Îsraîl, ji bo agirbestiyê dixwaze ku ji Ğezzeyê êrîş li Îsraîl neyê kirin. Xalid Meşal li ser vê şertê tepkî nîşan da.
Xalid Meşal li Qahîra paytexta Misrê, beyanata medyayî li dar xist. Şertê Îsraîl yê ji bo agirbestiyê qebûl nekir û wiha got “Qurban temînatê nade qatil. Ji ber xelkê Ğezzeyê ne canî ye, ne mecbûr e ku temînatê bide. Îsraîl canî ye, ji ber vê yekê jî lazim e welatê me biterikîne.”
Xalid Meşal îfade kir ku Îsraîl, Emrîka û hinek welatên Ewrûpa, ji Misrê dixwazin ku ji bo agirbestiyê navbervaniyê bike. Xalid Meşal welatên ku ji hadîseyan Hamasê mesûl digrin jî tenkîd kir. Ji bo wan wiha got “Hun dev ji canî û qatil berdidin, êrîşî qurban dikin.”
Xalid Meşal di heqê agirbestiyê de wiha diyar kir “Divê Îsraîl êrîşên xwe bisekinîne, ambargoya li ser Ğezzeyê rake û dev ji siyaseta kuştina sûîqestiyê berde.” www.bangaheq.net