Hîzbullah Banga Îtîdalê Kir
Ji Gelê Me Yê Musulman û Raya Giştî Re
Bi Navê Xweda Te’ala...
Ji Gelê Me Yê Musulman û Raya Giştî Re
Bûyerên di van rojên dawî de li Zanîngeha Dîcleyê diqewimin em bi ‘îbret û sikûnet temaşe dikin. Em fikirîn ku ev bûyer di nava xwendekaran de bê ku tu qest hebe qewimîne û em li hêviyê man ku di nava saziyên sivîl de bi diyalogan çareser bibe û ji ber ğelet neyê fêmkirin û neyê kişandin hin aliyên din me tu daxuyanî nedan.
Ji kesên ku ji bo ev bûyer mezin nebin xebitîne re, ji dil û can banga îtîdalê kirine û ji tevî kesên ku bê alîgirî û objektîf li meselê nihêrtine re em teşekkur dikin. Digel vê em tevî Musulmanên ji ber ku êrîş li girîngiyên Îslamî hatine kirin reaksiyon nîşandane jî bi sedem vê ğîreta wan pîroz dikin.
Bûyerên ku qewimîne; di encama êrîşên destegîrê KCK-PKK ê qewimîne. Sedemê sereke a van bûyeran bê tehemmuliya li hember Îslam û Musulmana ye. Ji bilî vê tu sedemên van bûyeran nîn in û gelê me jî vê yekê qenc dizane.
Rol û tehrîka alî û kesayetên xwedî fikriyata Marksîst a ku di çopa dîrokê de ciyê xwe girtiye û neyartiya wan a li hember Îslam û Musulmanan di van bûyeran de eşkere xwiya ye. Tu derdekî van aliyan a ku gelê Kurd û mafê wan biparêzin nîne. Gelê me jî qenc dizane ku vana bi tenê li gor îdeolojiyên xwe diperpitin.
KCK–PKK; van rojan ji bo ku bi sîstemê re aşîtiyê pêkbîne bi rih û can dixebite, lê dema ku Musulmanên Kurdistanî û hêzên wan yên rêxistî tên holê, pêdivî bi dana daxuyaniyeke ku ji tehrîk, îftîra û îthaman dagirtiye dît, ji ber vê yekê pêdivî bi daxuyaniyeke bi vî awayî çêbû.
Heger ku ji dîrokê ders û ‘îbret bihatina wergirtin dê dîrok tekerrur nekirana. Wisa xwiya dike ku hinek bêmêjî bi kirin û peyvên xwe bi zanebûn an bi nezanî xizmetê ji tekerrura salên 90 î re dikin.
Heya îro tu aliyên ku tehemmula Musulmanan û Îslamê nekirine û ji bo wan ji holê rakin zor û tundîtiyê li wan ferz kirine ji van zordariyên xwe feyde nedîtine. Ji îro pê de jî heger ku difikirin me ji holê rakin bi tenê xwe dixapînin. Ev bi tenê xeyalên wan yên xam in.
Dost û neyar bila herkes vê yekê baş bizanibe ku; em tu demî nebûne alîgirê şer û emê nebin jî. Emê sebr û tehemmula xwe heya sînorê wê yê dawî bidomînin. Lê belê kesên ku qesda hebûna me û têkoşîna me ya Îslamî dikin û tehemmulê jiyana me ya li gor baweriya me nakin jî wê bi rehetî li ser vê erdnîgariyê nejîn û hebûna xwe wê nikaribin bidomînin.
Hinek hêzên tarî an jî hêzên bê kontrol tevdigerin, ji bo gurkirin û pêşxistina vê rageşiyê dê ji vê rewşa han îstîfade bikin û bixwazin ku hin provokasyona bikin. Daxuyaniyên KCK–PKK ê û bi taybetî jî daxuyaniya wan a dawî tê wateya amadekirina zemînê ji bo provokasyona.
Ji ber girîngiya wê em dixwazin digel xêzikkirina binê wê vê yekê dubare bikin; em ne alîgirê pevçûn û şerê ne û digel vê em naxwazin ku ji ber rageşiyeke navbera herdû aliyan gelê me nerehet bibe. Em herkesî gazî ‘eqlê selîm û îtîdalê dikin. Digel evqas bang û gaziyên me heger hinek bûyerên ku em naxwazin biqewimin jî divê bê zanîn ku mesûlê vê yekê dê ne em bin.
Ji bo parvekirin û agahdarkirina gelê me di derbarên bûyeran de dem ne dema salên 90î ye û wê Hîzbullah jî ne li gor mercên wê demê tevbigere. Divê bê zanîn ku; pêvajoya tê jiyîn û wê bê jiyandin bi tevî eşkerebûn û zelaltiya wê emê bi gelê xwe re parve bikin.
Ji gelê me yê Musulman û rayagiştî re em îlan dikin.
Dawiya doza me Hemdê Allah Te’ala ye.
Buroya Çapemeniyê a Hîzbullah
(Bangaheq)

















