Êrîş û Pevçûn
Do bi şev şebeka Bdpê, 2 heb bombeyên deng avêtin bînaya komela Îlîm-Derê.
Hat gotin ku bombe teqiyan, lê tiştek bi kesî nehat û tu zirar neda bînayê. Millet li ber êrîşan dibêjin ku kesên xerab, hizûra milletê naxwazin, ji xerabiyê pêve tiştekî nakin. Li ser hadîseyê polîsê dest bi lêpirsînê kir.
Li aliyê din li qawşaxa Dîclekentê û rêya 75.yê (Yetmişbeşinciyê), ji ber aliqandina flamayan, di navbera hinek kesên Ak Partiyê û Bdpê de pevçûn qewimî. Hat gotin ku kesên Bdpyî xwestina flamayên Ak Partiyê yên li ber buroya hilbijartinê ya namzetê Ak Partiyê Galîb Ensarîoğlu hatine aliqandin daxin. Pevçûn ji lew qewimiye. Di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn, wan rakirin nexweşxaneyan. Li ser hadîseyê kesek hat binçavkirin û lêpirsînê dest pê kir.
Galîp Ensarîoğlu ji bo bûyerê wiha got: “Çi tesaduf e ku hemî pevçûn bi Bdpê re diqewimin. Divê Bdp li ber van pevçûnan li xwe bifikire.”
BANGAHEQ