Li Kanîreşê bernameya Mewlûda Pîroz
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember li bajaroka Kanîreşê ya ku giredayê Çewlîgê ye bernameya Mewlûda Pîroz hat li dar xistin.
Li Kanîreşê bernameya Mewlûda Pîroz bi beşdarê gelê Kanîreşê hat pîroz kirin. Mewlûda Pîroz bi xwendina Qur’ana pîroz dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’anê Mela Nîzamettîn Yaçîn axavtinekî kurdî kir.
Yaçîn wiha got: Çawa ku di her dem û dewrê de hinek kez li emrê îslamê muhalefet kiribin , bi heman awayî di roja me de jî hinek kes an jî hinek kom li hermberî emrên îslamê muxalefetê dikin. Divê em misilman di her karê xwe de Pêxemberê xwe mînak bistenin.
Yaçîn axavtina xwe wiha domand: Em li vê dinyayê mêvan in û di nava îmtîhanekî de ne. Piştî îmtîhanê jîyanekî ebedî heye. Ji bona ku em wê jîyana ebedî bi dest bixin Xwedê ji me însan re Pêxember û kitêb şandina. Ew pêxemberên ku Xwedê wan şandîye însanan gazî tiştekî tenê kirine. Ew tişt jî ew ala ‘Leîlaheîllallah’ e.”
Di bernameyê de cûr bi cûr îlahî hatin xwendin.Her wiha li qada mewlûdê wêneyên Fethî Yalçin û Cengîz Tîryakî yên ku ji teref PKK ve hatibûn qetil kirin hatibûn dalaqandin.(ÎLKHA)