'111 hezar û 240 kes ji qamûyê hatin îxrackirin'
Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş di daxuyaniya ku piştî civîna wezîran da de destnîşan kir heta niha 11 hezar û 240 kes ji qamûyê hatine îxrackirin.
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş piştî civîna wezîran bi endamên çapemeniyê re hat bal hev. Kurtulmuş di civînê de di derheqê rojevê de nirxandinan kir.
Kurtulmuş di daxuyaniya ku da de destnîşan kir “Heta niha di bergeha micadeleya bi FETO de tev de 111 hezar û 240 kes ji qamûyê hatin îxrackirin û 32 hezar û 180 kes jî ji erkê re hatin dûrkirin.”(ÎLKHA)