Li Elmanya bi sedhezaran ciwan bûne mubtelayê medyaya ciwakî
Li Elmanya li gor encamê lêkolînekê li welêt bi sedhezaran zarokên ku emrê wan di navbera 12 û 17 salî de ye derket holê ku tev bûne rajêrî medyaya civakî.
Li Elmanya li gor daneyên lêkolînekê li welêt bi sedhezaran zarokû ciwan rojê 2 saet û nîvan zemanê xwe bi medyaya civakî derbas dikin.
Li gor daneyên lêkolînê qîzên ciwan ji sê saetan zêdetir wextê xwe di medyaya civakî de derbas dikin û ciwanên law jî di medyaya civakî de 2 saet û nîv wextê xwe derbas dikin.
Tê îfade kir ku gelek ciwan ji êvarê heta sibê li ser medyaya ciwakî sohbet dikin û tiştan parve dikin. Serokê DAKê Andreas Storm, îfade kir ku encamên lêkolînê endîşe dide.
Srorm, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku di navbera deprasyon û mûbtelabûna medyaya civakî de eleqeyek mezin heye û îfade kir ku ciwanên ragêj bûne zêdetir dikevin deprasyonê.
Ji ciwanên beşdarê lêkolînê bûn ji sisya yekî îfade kir ku ew valahiya xwe bi medyaya civakî dadigrin û di nav ciwanan de hejmara ciwanên qîz zêdetire.
Ji çara yekê ciwanan ji ber di medyaya civakî de zemanê xwe derbas dikin têr ranakevin û bê xew dimînin. Dîsa di lêkolînê de derket holê ku ji ciwanên medyaya civakî bikar tînin jê ji pêncan yekê wan bi dê û bavên xwe der xirecirê dikin.
Li gor lêkolînê ciwanekî di dema perwerdehîyê de jî sepandina peyama difikire ew wek mubtelakî medyaya civakî tê nirxandin. Heger ciwanekî hevalên wî û telefonek bi aqil dema ne li ba wî be bê hizûr dibe û xemgînbibe ew jî wek rajêr bûn tê nirxandin. Zanyarên ku lêkolîn kirin îfade dikin ku gotina“Wendakirina kontrolê” ji ber ku xwe nagrin û pirê zemanê xwe di medyaya civakî de darbas dikin derdikeve holê. (ÎLKHA)