Zîrweya D-8an Bi Dawî Bû
Serokatiya Zîrweyê Ji Nîjeryayê Dewrî Pakîstanê Bû
Zîrweya lîderên welatên D-8an ya ku li Îslamabada paytexta Pakîstanê dihat li dar xistin, bi dawî bû. Zîrwe di bin tesîra bombardimanên siyonîst Îsraîl û qirîza Sûriyê de hat li dar xistin. Beriya zîrweyê Tirkiye, Îran, Misir, Pakîstan û Malezyayê bi hev re zîrweya pêncmend rast kir.
Ji Tirkiyê serekwezîr Tayyîb Erdoğan tevlî zîrweyê bû. Gazî hevkarî û piştevaniya xurtir kir. Di zîrweyê de ji bo aşitî û refahê şirîkatiya demokratîk derket pêş. Serokatiya zîrweyê ji Nîjeryayê dewrî Pakîstanê bû. Midûrê îdara ekonomîk yê wezareta karên derve ya Îranê Seyyîd Elî Muhammed Mûsevî, sekreterê giştî yê teşkîlata D-8an hat hilbijartin. Mûsevî ji 2013an pêve, wê ji bo 4 salan sekreteriyê bike. Hat îfade kirin ku tîcareta di navbera wan welatan de her sal zêde dibe. Hedefa 2018an ew e ku tîcareta di navbera wan de bighê 500 milyar dolarî. www.bangaheq.net