Li Hepsa Bolûyê Wehşeta Ğardiyanan
Di dema ku behsa heqê girtî û mehkûman tê kirin, xeberên ji îşkencê re toleransa sifir tên weşandin de, ji hepsa Bolûyê ya tîpa Fyê, xebereke der heqê wehşeta ğardiyanan de hat diyarkirin.
Di dema ku behsa heqê girtî û mehkûman tê kirin, xeberên ji îşkencê re toleransa sifir tên weşandin de, ji hepsa Bolûyê ya tîpa Fyê, xebereke der heqê wehşeta ğardiyanan de hat diyarkirin.
Li gor xebera qezeta Doğrûhaberê, mehkûm Cîhan Yeşîl ewilî di hucrê de, dûre jî di oda îdarê de, bi talîmata midûrê hepsê bi halê mirinê, ji teref nêzî 10 ğardiyanan ve, lêdan û îşkencê dibîne. Tê gotin ku ji ber îşkenceyan hişê xwe winda dike, milek wî jî felc dibe. Di gerdena wî de şopên fetisandinê jî hatine dîtin.
Vê wehşata ğeyrî însanî, bi xeberdarkirina hevalê yê hepsê eşkere bû. Hevalê wî gava telefonî mala xwe, behsa rewşa Cîhan Yeşîl dike. Cîhan Yeşîl li ser heqên xwe yên qanûnî israr dike. Bi talîmata îdara hepsê 10 ğardiyan radibin bi halê mirinê, li wî îşkence dikin.
Çer ku halê wî tê bihîstin, ebûqat û parêzerên wî diçin hepsê. Teleba dîtina Cîhan û midûr dikin. Ewilî îznê nadin. Dûre bi midûr re hevdîtinê dikin. Parêzer meselê ji midûr dipirsîn. Midûr wiha dibêje “Cîhan mehkûmekî bi problem e. Me li gor ûsûl û hiqûqê tiştên hewce kirine.” û li wehşeta ğardiyana xwedî derdikeve.
Parêzer der heqê meselê de, teferrûatan dielimin û îdara hepsê giliyî sersewcîtiya cimhûriyetê ya Bolûyê dikin. Ebûqat di muracaeta xwe de mehkemebûna sûcdaran dixwazin. Di daxuyaniya xwe ya sûcdariyê de wiha dibêjin “Muwekkîlê me, ji ber derbe û îşkencê dîtine, talûka heyatiya wî heye. Divê îdarevanên hepsê ji teşebbusa kuştinê jî bên mehkemekirin. Hem ji ber ku wî bêhiqûqî xistine odeya bisînger, hurriyeta muwekkîlê me jî tehdît kirine.”
Li ser vê wehşet û ğeyrî însantiyê, tê meraq kirin ku, gelo wê wezîr Sadûllah Beg, li midûr û ğardiyanê xwe xwedî derkeve, yan ewê zulm û wehşetê bêceza nehêle. (Bangaheq)