Encamên Teqez Ên Hilbijartinê
Heyeta bılınd a hılbıjartınê, encamên teqez ên hılbıjartına serokcıhmûrıyê dıyar kırın. Lı gorî dıyarkırınê jı sedê rayan Erdoğan 51.79, Îhsanoğlu 38.44 û Demîrtaş jî bı qasî 9.76 ray bı dest xıstın.
Heyeta Bilind a Hilbijartinê di heqê hilbijartina serokcimhûriyê de, encamên teqez beyan kirin. Li gorî diyarkirinê di hilbijartinê de serokwezîr Receb Tayyîb Erdoğan ji sedî 51.79, Ekmeleddîn Îhsanoğlu ji sedî 38.44 û Selahattîn Demîrtaş jî ji sedî 9.76 ray bi dest xistin.
Li gorî daneyên YSKyê, rêjeya beşdariyê ji sedî 74.13 bû.
Li gorî encamên teqez, ji 55 milyon û 692 hezar û 841 hilbijêrên qeydkirî, 41 milyon û 283 hezar û 627 kesan raya xwe dan. Ji deng û rayên ku hatine avêtin, 40 milyon û 545 hezar û 911 heb muteber, 737 hezar û 716 heb jî betal hatin qebûlkirin.
Di hilbijartinê de ji hemû rayên muteber Erdoğan 21 milyon û 143 ray, Îhsanoğlu 15 milyon û 587 hezar û 720 ray û Demîrtaş jî 3 milyon û 958 ray bi dest xistin. (Hürseda Haber)